Fatih Erbakan dê serdana Hewlêrê bike
Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê Partiya Refahê Fatîh Erbakan piştî Cejna Remezanê dê serdana Hewlêrê bike.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Refahê (YRP) û Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Mehmet Altinoz diyar kir ku Serokê Giştî yê YRP’ê Fatîh Erbakan piştî Cejna Remezanê dê serdana Hewlêrê bike û bi hin partiyên siyasî û rêveberên partiyan re hevdîtinê bike.
Altinoz got: “Kêfxweşiya cîranên me bextewariya me ye, derdê wan jî derdê me ye. Ji serdema Necmedîn Erbakan ve me bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re peywendî hene. Em van têkiliyan diparêzin.”
Alîkarê Serokê Giştî yê YRP’ê Altinoz, bal kişand ser çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê û got, “Eger li Tirkiyeyê di warê mafên mirovan de kêmasî hebe, divê em hemû vê kêmasiyê bişopînin. Divê Tirkiye di warê ziman de siyaseta xwe ya taybet hebe. Divê hemû zimanên me bi piştgiriya dewletê bên parastin.”
Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de Partiya Refahê piştî Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi rêjeya ji sedî 6.19 dengan bû partiya sêyemîn.
Partiyê li seranserê Tirkiyeyê şaredariyek mezin (Riha), parêzgehek (Yozgat), 39 navçe û 24 bajarok bi dest xistin.