Serokê Herêma Kurdistanê: Mûçe mafekî xwezayî yê fermanberên Herêma Kurdistanê ye
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro piştî civîna bi Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd re pêkanî , li gel rojnemevana axivî û bersiva pirsên wan da.
Weke ku min duh jî behs kir, me hem bi Çarçoveya Hevrêziyê re, hem bi Serokwezîr û hem jî bi Îtîlafa Rêveberiya Dewletê re hevdîtineke baş pêk anî. Me li ser mijarên Herêma Kurdistanê û Bexdayê û herwiha rewşa Bexdayê û serdana Serokwezîr bo Amerîkayê gotûbêj kir.
Di derbarê hilbijartinan de jî, helbet weke serokê Herêma Kurdistanê, me rojek ji bo tiştên ku ji bo me pêwendîdar in diyar kiriye û em hêvîdar in ku hemû hêzên siyasî bigihin wê baweriyê û têgihîştinek hevbeş ku divê hilbijartin bên kirin.
Di bersiva pirsekê de derbarê dabeşkirina mûçeyê fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî hêzên asayişê de wiha got;
Tişta ku ez niha li Bexda û li Herêma Kurdistanê dibînim ew e ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokwezîrê Bexdayê bi berdewamî di peywendiyê de ne ji bo çareserkirina pirsa mûçeyan bi awayekî bingehîn. Helbet ev mafekî xwezayî yê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ye. Dixwazim spasiya berxwedana gelê Herêma Kurdistanê bikim û divê Bexda mûçeyên Herêma Kurdistanê dabîn bike, ji ber ku mûçeyên Herêma Kurdistanê beşek in ji mûçeyên mûçeyên Iraqê.
Di bersiva pirseke din de derbarê serdana çaverêkirî ya Serokomarê Tirkiyê bo Iraqê, gelo dê serdana Herêma Kurdistanê jî bike? wî got:
Ev mijarek bû ku me di civînan de gotûbêj kir, heta niha civîna Hewlêrê weke protokol nehatiye gotin, tenê behsa civîna ku dê were Bexdayê hatiye kirin.
Di bersiva pirsa dawî de jî tekez kir ku nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di çarçoveya şanda hikûmeta Iraqê de beşdarî serdana Washingtonê bike.