Civak
Li Siwêregê hilbijartin hat betalkirin
Dezgehê Hilbijartinê ya Parêzgeha Rihayê li ser îtîraza Partiya Refahê biryar da ku hilbijartinên Siwêregê betal bike û di 2ê Hezîranê de roja Yekşemê bê nûkirin.
Li Sêweregê ku AK Partî bi ferqa 64 dengan bû partiya yekemîn, li ser îtîraza Partiya Refahê biryar hat dayîn ku hilbijartin bên nûkirin.
Partiya Refahê bi hinceta dengên neqanûnî û nederbasdar bûne serî li Dezgehê Hilbijartinê ya Navçeyê da. Dezgehê Hilbijartinê ya Navçeyê bi hincetên prosedurê îtîraz red kir. Partiya Refahê nerazîbûna xwe pêşkêşî Desteya Hilbijartinê ya Parêzgehê kir. Dezgehê Hilbijartinê ya Parêzgehê îtîraz qebûl kir û biryara nûkirina hilbijartinan da.
Hilbijartina Şaredarê Navçeyê wê di 2’ê Hezîranê de bê nûkirin.