Civak
Li Geverê hezaz: Gund ji bajêr qut bû
Li gundê Hêrmîn a navçeya Geverê ya Colemêrgê hezaz pêk hat. Di encama şimitîna axê de gund ji bajêr qut bû.
Li gundê Hêrmînê ê li ser sînorê Îranê ku 30 kîlometre dûrî navçeyê ye erd şemitî.
Piştî barana bi şev, perçeyên ax û zinarên ku ji çiyê qetiyan, li ser rê ketin.
Piştî hezazê rê li trafîkê wesayîtan hat girtin û ji ber wê jî gund ji bajêr qut bû.
Muxtarê gund Husret Şen ku ji bo vekirina rê li benda alîkariyê ye ji rayedaran re got, “Dema ku barana navber bandoreke neyînî li jiyana herêmê kir, mixabin li ser rêya gundê me şimitî û rê bi temamî hat girtin. Niha rêya gundê me girtî ye. Em bang li rayedaran jî dikin û hêvî dikin ku ji bo vekirina rêya me bixebitin. “Weke muxtarê gund ez ê bişopînim.”