Rêwîtiya Mezopotamya Ekspresê dest pê dike
Trêna geştiyarî ya nû bi navê “Mezopotamia Express” gera xwe ya danasînê temam kir. Beriya sefera ewil a trêna geştiyariyê ku dê di 19ê Nîsanê de li ser rêya ku ji Enqereyê heta Diyarbekirê dirêj herê, ezmûnên nû pêşkêşî hezkiriyên geştitariyê dike, yekem sefera nasandinê hat lidarxistin.
Trên ji Enqere rêket hinek bajarên Anadoluya Navîn sekinî û dawiyê gihat Diyarbekirê. Li Diyarbekir ji aliyê serokê Odeya Bazirganî û pişesaziya Diyarbekirê Kaya ve hate pêşewazîkirin, Ekspresa Mezopotamya ji bo danasîna bajêr avantajeke mezin e û wiha got: “Salê zêdetirî 1 milyon tûrîst hem ji esnafên me û hem jî ji bo bajarê me alîkariyên girîng dikin, lê bi vê trênê bedewiyên welatê me jî, ji Enqereyê heta Amedê wê were dîtin û ji bo bajarên ku lê bisekine jî dê hevkariyekî bike.