Şaredariya Nurşînê dîsa ji Refahê derbasî AK Partiyê bû…
Li navçeya Nurşîn a Bedlîsê hilbijartinên şaredariyê ji bo namzetê Partiya Refahê Emrullah Yildirim bi 2 dengan cudahiya dengan bi dawî bû. Piştî îtîraza Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê encam guherî û namzetê AK Partiyê Eşref Mutlu bi ferqa 16 dengan bû serokê şeredariyê.
Di sindoqên ku di 31ê Adarê de hatin jimartin de, namzetê AK Partiyê Eşref Mutlu 4 hezar û 290 deng, namzetê Partiya Refahê Emrullah Yildirim 4 hezar û 292 û namzetê DEMê Mehmet Şîrîn Uncû jî 4 hezar û 206 deng standin.
Piştî nerazîbûnan lijneya hilbijartinê biryar da ku 62 sindoqên ku tê de 14 hezar û 107 hilbijêran dengên xwe bikar anîne ji nû ve bên jimartin. Di encama jimartinê de dengên namzetê AK Partiyê Mutlu 23 zêde bûn û derket 4 hezar û 313, dengên namzetê Refahê Yildirim 5 û 4 hezar û 297, dengên Uncû jî 15 û 4 hezar û 221 zêde bûn. Li gor van encaman namzedê AK Partiyê ji bo Şaredariya Güroymakê Eşref Mutlu bû.