75 jin bûn şaredar
Li gor encamên Hilbijartina Giştî ya Rêveberiyên Herêmî ya 31ê Adarê, li seraanserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê namzetên jin şaredariya 5 bajarên mezin, 6 parêzgeh û 64 navçeyan bi dest xistin.
48 milyon û 256 hezar û 117 hilbijêrên ku rojên borî li Tirkiyê çûn ser sindoqan, şaredarên ku wê 5 salan şaredariyên herêmî bi rê ve bibin diyar kirin.
Li gor encaman hilbijêrên şaredariyên Aydin, Eskîşehîr, Amed, Dîlok û Tekîrdagê, Afyonkarahisar, Agirî, Êlih, Bîlecîk, Edîrne û Sêrtê û 64 şaredariyên navçeyan dengê xwe dane namzetên jin. Namzeta CHPê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglû, namzeta CHPê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Eskîşehîrê Ayşe Ûnlûce, namzeta DEMê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak Kuçuk, namzeta AKPê Fatma Şahîn a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê û namzeta CHPê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Tekirdagê hinek ji wan in.