Polîtîk

Mafên Hevşaredarê Bajarê Wanê Abdullah Zeydan paşde hatin girtin

Partiya DEMê li bajarê wanê û 14 navçeyên wê serkeftinek mezin bi dest xist û şaredariya her 14 namçeyan qezenc kir.  Evê yekê nerazîbûnek mezin di nav hikûmeta AKP de çêkir û li ser daxwaza Wezareta Dadê mafên Hevşaredar Abdullah Zeydan paşde hatin girtin. Partiyê DEMê bang kir ku “divê ev biryara şaş demildest ji holê bê rakirin”.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Wanê hewldanek nû ya derqanûnî hatiye kirin û hat destnîşankirin, ku li ser îtîraza Wezareta Dadê biryara vegerandina mafên Abdullah Zeydan hatiye paşguhkirin.

Di daxuyaniyê de li ser mijarê ev agahî hatin parvekirin:

“Wek ku tê zanîn hevşaredarê me yê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hemû rê û rêbazên qanûnî temam kir û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind da û namzediya wî ji aliyê YSKê ve wek namzet hat qebûlkirin. Di encama azmûnan de Zeydan ji aliyê piraniya xelkê Wanê ve hat hilbijartin. Lê belê roja înê 29.03.2024ê û du roj berî hilbijartinan, Wezareta Dadê bi biryar û nameyek îdarî li dijî mafên yasayî yên Zeydan nerazî bûn nîşan da. Di heman rojê de dadgehê biryara dawî ya mafên medenî betal kir û daxwaza mafên sivîl red kir. Em bang li her kesî dikin ku rêzê li vê rastiyê bigirin. Divê demildest ev biryara şaş bê paşvegerandin. Ev însiyatîfa ku îradeya gelê Wanê tine dihesibîne, derqanûnî ye. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku li hember vê pêngavê hestiyar bin”.

Back to top button