Polîtîk

Hewramanî: Dem hatiye ku gelê Kurdistanê li hember xiyanetkaran helwestek rasteqîn nîşan bide

Di derbarê dadgeha nedestûrî û ne federalî de jî Berdevkê Hikûmetê Pêşewa Hewramanî got: “Dem hatiye ku gelê Kurdistanê li hember xiyanetkarên ax û mafan helwestek rasteqîn nîşan bide“.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di daxuyaniyek nivîskî de ragihand:

“Em hemû alîgirê serweriya yasa û dadgehek bêalî ne ku li gor destûrê bin. Lê li gor destûrê li Iraqê dadgehek destûrî nîne, dadgeh bi awayekî nedestûrî berdewam dike, biryarên wê ne yasayî û ne destûrî ne. Hinek aliyên li Kurdistanê piştevaniya vê dadgehê dikin ji ber ku li gor berjewendiyên wan tevdigere û biryarên ne destûrî dide. Lê belê divê gelê Kurdistanê bizane ku ji xayînan re ferq nake ka çiqas mafên xwe yên destûrî wenda kirine”.

Berdevkê Hewramanî herweha got: “Ji ber ku ev dadgeha bi navê dadgehê di binpêkirina mafên destûrî yên herêmê de, di berjewendiya wan de û li dijî hikûmetê biryar dide. Êdî dem hatiye ku gelê Kurdistanê li hember xayînên ax û mafên bi rûmet helwestek cidî nîşan bide”.

Back to top button