Cîhan

Piştî ku Barzanî hilbijartin boykot kir, hişyariyên ‘xitimandina siyasî’ hatin kirin

Piştî biryara Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku beşdarî hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê nebe, hişyarî hatin dayîn ku wê li welêt “xitimandinek siyasî” derkeve.

Şêwirmendê Serokê PDKê Mesûd Barzanî Kîfah Mehmûd, îhtîmala lidarxistina hilbijartinên herêmî yên Herêma Kurdistanê di 10ê Hezîranê de red kir.

Kîfah Mehmûd ji bo Şerq El-Ewset daxuyaniyek taybet da û got: “Heger hilbijartin di nebûna PDKê de bên kirin, encamên erênî û têrker nayên bidestxistin”.

Mehmûd herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku guman li ser proseya hejmartina dengan heye û ji ber ku desthilatên herêmê bi yasaya hilbijartinan a ku ji aliyê Komîsyona Bexdayê ve hatiye guhertin pesend nekirine, hilbijartin têk diçe.

Hevrikê PDKê YNK a bi serokatiya Bafel Talebanî, ku duyemîn partiya herî mezin a Herêma Kurdistanê ye, ragihand ku nekirina hilbijartinan wê zirarê bide statû û rewatiya herêmê.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê dilgiraniya xwe li hember ragihandina PDKê ya boykotkirina hilbijartinan nîşan da.

Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Iraqê (UNAMI) jî diyar kir û got ku ew bi fikar in biryara boykotkirina hilbijartinê bibe sedema ‘xitimandinekê’ ku encamên neyînî derbixe holê.

Ji aliyeke din ve, rêberê tevgera Sedir, Muqteda Sedr, piştî serdana xwe ya nepenî ya roja Duşemê bo Elî Sîstanî, ku mezintirîn desthilatdarê olî yê Şîeyên Iraqê tê naskirin, çend pirs çêkirin.

Mahmûd El Cayaşî, ku di serdanê de bi Sadr re bû, di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku serdan ne bi armanca sersaxiyê hatiye kirin, lê ev hevdîtin hevdîtinek taybet e.

Daxuyaniyên Cayaşi ya di derbarê cewherê ‘civîna taybet’ de pirs derxistin holê.

Şarkul Avsat

Back to top button