Hevpeyvîn

Barzanî: Dewleta serbixwe hêviya hemû Kurdane

Li hevpeyvîneke li gel Ajansa Nûçeyiya Reuters Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hişyarî dide ku eger ew guftûgoyên niha li gel Bexda ji bo çareserkirina kêşeyan destpêkiriye, negihin encamek, bi awayeke nû li pêwendiyên xwe yên li gel Bexda da pêktînin.

Serok Barzanî ku berê jî ji bo Reuters behsa sedema serbixweyî û cûdabûna ji Iraqê kiribû, li vê hevpeyvînê de balê dikşîne li ser wan guftûgoyan ku nêzîkî heyveke li navbera Herêm û Bexda ji bo pirsa navçeyên veqetandiyên derveyê Herêmê û pirsa uze û enerjiyê dirêjahiya xwe heye û dibêje her çende wan li helwesta xwe de cûreyek nermî nîşandaye, lê belê heta niha tu hengavekî praktîkî ji bo çareseriya kêşeyan nehatiye avêtin.”

Serok Barzanî bi pêdagiriyê ve dibêje ku yan ewê bigihin rêkkeftin û peymanek yan jî Herêm bîr li awayeke dinê pêwendiyên li gel Bexda dike, her wiha got eve derfete dawiya heta ev kêşe çareser bibin. 

Armanca Herêmê

Eger Herêma Kurdistanê li gel Bexda peymanek jî bike, dirustkirina dewletekî serbixwe armanca mezina Barzaniye. Li vî derbarî de jî dibêje “Çêbûna dewletekî serbixwe xewn û hêviya hemû Kurdeke, her wiha mafekî meye jî. “Barzanî ku bi cilê Kurdî ve li nivîsîngeha Serokayetiya Herêmê runiştiye, dibêje “Ez bawerim ku eve çareseriya dawiye.”

Piştî 10 sal ji aliyê Emerîka ve azadkirina Iraqê, peymana di navbera Şî’e û Sunne, Herêma Kurdistanê û Bexda li ruyê dabeşkirina desthilatê ve, tişteke ku wiha bi hêsanî nayê çareserkirin. Xwepêşandan û tundutîjiyên vê dawiyê jî li Iraqê da balê dikşîne li ser serhildana şerê eşîrî, lê belê Herêma Kurdistanê kariye xwe ji vê şerê dûr bigrê û Herêmekî geş û pêşketî li navçeyê de dirust bike ku berê hejartirîn û paşmayîtirîn cihê Iraqê bû.

Herêma Kurdistanê niha dixwaze xwediyê siyaseta derveya xwe bê û li warê uze û enerjî ve serbixwe bêt. Siyaseta derveya Herêmê bi taybetî pêwendiyên Herêm û Tirkiye li vê dawiyê da yarmetiya destpêkirina pêvajoya aştî li Tirkiyê de da. Eve li demek deye ku cihê 30 sale şer li navbera Partiya Karkerên Kurdistanê û Tirkiyê de berdewamiya xwe hebû. Gerîlayên PKK jî li vê dawiyê ji axa Tirkiyê vekişiyan û çûne nav axa sersînorê Herêmê. Hatina wan jî bûye sedema nerazîbûna Bexda û ragihandin ku ew razî nînin PKK bê nav axa wan.

Di derbarê vê yekê de Barzanî dibêje “Tu tiştek tûne ku cihê gumanê bê, em li benda wê yekê ji PKK dikîn ku piştî wê yekê ku aştî bi tevahî berpa bû vegerin nav mal û halên xwe.”

Barzanî li bersîva çend pirsiyarek di derbarê hewldanên ji bo çespandina yekrêziya li navbera Partiyên Kurdên Sûriye û li himbêzkirina hezaran koçberên wî welatî da dibêje “Niha li hundir de wan tu kêşe tûne, lê belê em piştgiriya wan dikîn ku sûd ji hemû derfetek werbigrin ku têne pêşiya wan, ji bo wê yekê ku bikarin armancên xwe pêk bînin.”

Siyaseta Nefta Herêmê û pêwendiyên li gel Tirkiyê

Li van çend salên dawi, Herêm li gor yasa û merca xwe peymanê li gel çendîn kompanyayên neftî yên wekî Ekson, Shevron û Total îmza kiriye. Peymanên Herêmê Bexdayê nerazî kiriye, ji ber ku ew li wê baweriyê de ne ku tenê ew dikarin peymanên li warê uze û enerjiyê de îmza bikin.

Herêma Kurdistanê nefta xava xwe li rêya lûle û boriyên kontrolkiriyên Bexda dişîne derve û dahata wê vedigere ji bo hemû Iraqê. Lê belê li dawiya sala par şandina nefta Herêmê bi sedema nedana pareyê wan kompanyayan li warê nefta Herêmê da kar dikin, hatiye rawestandin. 

Li vî warî de ku destûr rê dide Herêma Kurdistanê ku wan jêderên neftiyên ku li navçeyên xwe derdixin, bişînin derve. Qonaxa dawî ya dirustkirina lûle û boriyekî neftî ku nefta Herêmê berev Tirkiyê ve vediguheze mijule temam dibe û Herêmê êdî wiha dibestê boriyên Bexda ve neftê dişîne û dikare li rêya Tirkiyê ve rojane 300 hezar bermîl bişîne derve. 

Serokê Herêmê ji bilî balkişandina li ser peymana wan ya li gel Tirkiyê ji bo berev pêşbirina pêwendiyan wan, dibêje “Dema neft hebê, rêya xwe dibîne.”

Tirkiye ku welateke li ruyê uze û enerjî ve hejare pêwendiyekî gelek bi hêz li gel Hikûmeta Herêmê û Barzanî re girêdaye.

Back to top button