Kultur

Serok Barzanî piştgirî da keça kurd Perwaz Hisên

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê piştevaniya xwe bo Perwaz Hisên hunermenda kurd a beşdar di bernameyê Ara Idol li kanala MBC de nîşan da û dilgiraniya xwe jî li hemebr helwestê wan melayên êrîşan dikin ser keça kurd diyar kir.

Li gor rojnameya Bas ku, ji başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, di civîneke digel hijmareke kadiroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, serokê Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember êrîşên wan melayên di nimêja înê de êrîş kirine ser keç kurd Perwas Hisên nîşan da û behsa giringiya rola spor û hinerê di naskirina gelan bi cihanê de kiriye.

Serok Barzanî weke diyarkirina piştevaniya xwe bo keç kurd Perwas Hisên di bernameya Arab Idol de gotiye: ”Ez jî dixwaz im çend namyekan  (SMS) bo piştevaniya wê xanima kurd binêr im”

 Rojnameya navborî dinivîse ku, berî çend rojan serokê Kurdistanê digel sefîrê Berazîliyayê yê Îraqê civya bû û sefîrê Berazîliyayê ji serokê Kurdistanê re gotibû ku xelkê berazîlyayî kurdan nas nake, serok Barzanî jî ji heyeta berazîliyayî re gotibû ku, xelkê Kurdistanê bi rêya fotbal û yarîzan Ronaldo welatê Berazîliyayê nas dike. Mexseda serok Barzanî ew bû ku, cîhan dikare bi rêya spor û hunerê neteweya kurd nas bike.

 

Perwaz Hisên di bernameya Arab Idol de çend qonaxên giring derbas kirîne û nuha yek ji 5 kesên fînalîste. Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, digel xêzana xwe, îniya çûyî li stodyoya Arab Idol a kenala MBC li Beyrutê amade bû û piştevaniya xwe bo keça kurd nîşan da.

Back to top button