Turk:Em bi AKPê re hevdîtina dikin lê ne fermî !
Namzetê Şeredariya Mêrdînê yê DEMê Ahmet Turkli ser pirsa “Hûn bi AK Partiyê re hevdîtinan dikin?” Turk got: “Hevdîtinên me yên fermî nînin, lê em bi kesayetên parlementoyê re dicivin, ew jî li hember siyaseta ku îro partiya wan dimeşîne, nerehetiya xwe tînin ziman.
Li ser pirsek din Turk got:
“Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd diyalog pêwîst e. Em dixwazin bi her kesî re vê bikin. Doza me, daxwaza me aştî ye. Daxwaza me biratiya gelan e.” CHP nikare vê bike. Çima? Ji ber ku nikare dewleta kûr qanih bike. Ger Erdogan bixwaze îro hemû rayedar, sazî û “Rêxistin di destê wan de ne, ger bixwazin dikarin wan îqna bikin. Dikarin pirsgirêkê çareser bikin. CHP jî dixwaze lê nikare hemû dewletê, dewleta kûr qanih bike. Ji ber vê yekê min ev nirxandin kir. Min negot tenê Erdogan dikare an dê çareser bike, min got hêza wî heye.”
Turk li ser pirsa gelo DEM Partî ligel AK Partiyê dicive yan na, Turk got, “Hevdîtinên me yên fermî nînin, lê em bi kesayetiyên parlamentoyê re dicivin û ew jî ji siyaseta partiya xwe aciz in. Lê îro hevdîtinên me yên fermî bi Erdogan re tune.”
Turk li ser pirsa ku bi kîjan navan re hevdîtin kirine, “Ez nikarim navan bibêjim, ne rast e” da, diyar kir ku ne mimkûn e ku bi Serokomar Erdogan re hevdîtinê bikin û wiha got: “Heta ku bi MHPê re tifaqa wan hebe. Ev yek wê nekeve rojevê. Lê eger ji MHP’ê qut bibin divê rêyeke nû bişopînin. (Bi MHP’ê re) “Ev ji bo wan jî bûye barekî giran. Gelê Tirkiyeyê jî ji vê yekê ne rehet e.