Polîtîk

Rewşa mafê mirov li Kurdistanê ne baş e

Nûnerê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Martin Kobler Rewşa mafê mirov li Herêma Kurdistanê ne cihê keyfxweşiyê ye.

Nûnerê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Martin Kobler di hevpeyvînek ligel Rûdawê de behsa rewşa mafê mirov li Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Kobler di vê derbarê de got: “Rewşa mafê mirov li Herêma Kurdistan û li tevayî Iraqê ne cihê keyfxweşiyê ye, lê li Herêma Kurdistanê hinekê baştir e.”

Kobler derbarê rewşa girtîgehên Iraq û Herêma Kurdistanê jî wiha got: “Li gelek navçeyan îşkencekirina li girtîgehan û mikurhatina di bin îşkenceyê de tê dîtin. Herwiha li Herêma Kurdistanê jî tiştên bi wî awayî tên dîtin.”

Nûnerê sekreterê giştî yê NYê wiha dibêje: “Min serdana Hewlêrê kiriye û bi baweriya min hikûmeta Herêma Kurdistanê mafê mirov pir ciddî werdigre.”

Dirêjiya hevpeyvîna ligel Martin Kobler di hêjmara 263 a Rûdaw Çapa Kurdistan û hêjmara 201 Rûdaw Çapa Ewrûpa de bixwînin…

Back to top button