Cîhan

Li Rûsyayê hilbijartina serokkomariyê dest pê kir

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hilbijartinên serokatiyê de deng da. Ger Pûtîn carek din di sindoqan de bi ser bikeve, wê cara 5.emîn bibe Serokê Rûsyayê û wê 6 salên din li ser erka xwe bimîne.

Li gor daxuyaniya Kremlînê, Pûtîn ji bo Serokatiya Rûsyayê li mala xwe ya li herêma Moskovayê bi dengdana elektronîk beşdarî dengdanê bû. Hilbijartinên serokkomarî yên li Rûsyayê wê heta 17ê Adarê dewam bikin. Hilbijartina serokatiyê ji bo cara yekê di nav sê rojan de û bi pergala dengdana elektronîkî ya ji dûr ve li sê parên navçeyên federal tê kirin.

BÛ NAMZETÊ SERBIXWE

Di hilbijartinê de 4 berendam ji bo serokomariyê hevrikiyê dirin. Serokê niha Vladîmîr Pûtîn bi piştgiriya Partiya Rûsyaya Yekbûyî bû namzetê serbixwe. Serokê Partiya Lîberal Demokrat Leonid Slutskiy wek berendamê partiya xwe, Nikolay Kharitonov wek namzedê Partiya Komunîst û Vladîslav Davankov jî wek namzedê Partiya Gel a Nû cîhê xwe di hilbijartinê de girtin.

WÊ CARA 5AN BIBE SEROKKOMAR

Serokkomarê ku bê hilbijartin wê 6 salan li ser wezîfeya xwe bimîne. Pûtîn, ku şansê wî yê hilbijartinê pir zêde ye, ger carek din qezenc bike wê cara 5.emîn bibe Serokê Rûsyayê.

Back to top button