Cîhan

Daxuyaniya hevbeş a Tirkiye û Iraqê

Derbarê civîna mekanîzmaya ewlehiyê ya ku di navbera Tirkiye û Iraqê de hat lidarxistin de deklerasyona dawî ya hevpar hat weşandin. Di daxuyaniya hevpar de hat destnîşankirin ku PKK ji bo Tirkiye û Iraqê tehdîda ewlehiyê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Aliyan li ser tedbîrên ku li dijî rêxistina ku li ser axa Iraqê Tirkiye dike armanc şêwirîn.”

1- Hakan Fîdan wezîrê derve yê Komara Tirkiyê û Fuad Huseyîn alîkarê serokwezîr û wezîrê derve yê komara Êraqê li gel wezîrê berevaniya niştimanî ya komara Tirkiyê. Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî û Cîgirê Wezîrê Navxwe, Wezîrê Berevaniya Iraqê, Misteşarê Asayişa Niştimanî ya Iraqê, Serokê Komîsyona Heşda Şeibî û û Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di 14ê Adara 2024an de li Bexdayê civiyan.

Di van pêwendiyan de ku berdewamiya hevdîtinên 19ê Kanûna 2023an li Enqerê pêk anîne, aliyan helwesta xwe ya hevpar li hember geşedanên herêmî û kêşeyên cuda yên di warên dualî de gotûbêj kirin.

Her wiha behsa amadekariyên serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ya piştî meha Remezanê ya Iraqê hat kirin. Aliyan destnîşan kirin ku ji bo serxistina vê serdana dîrokî dê hemû hewldan bên kirin û diyar kirin ku ew hêvî dikin ku ev serdan di têkiliyên dualî de gavekê ber bi pêş ve bibe.

2- Di hevdîtinan de biryar hat dayîn ku xebatên li ser peymaneke jihevtêgihiştinê bên zêdekirin, ji bo ku di warên cuda yên peywendiyên di navbera her du welatan de çarçoveyek pêkhatî bê çêkirin û bi vî awayî mekanîzmayên peywendiyê yên asayî bên avakirin.

3- Komara Tirkiyê û Komara Iraqê li hev kirin ku bi vê metnê ew ê bi têgihîştina avakirina çarçoveyeke stratejîk a peywendiyan re amade bin, rayedarên her du welatan dê bi awayekî hemahengî, di navberên rêkûpêk de û bi hev re kar bikin.

4- Di vê çarçoveyê de biryar hat dayîn ku komîteyên daîmî yên hevbeş bên avakirin ku tenê di warên têkoşîna li dijî terorê, bazirganî, çandinî, enerjî, av, tenduristî û veguheztinê de bixebitin.

5- Di hevdîtinan de tekez li ser giringiya her du aliyan ji bo yekrêziya siyasî, serwerî û yekperçetiya axa Iraqê hat kirin. Herwiha aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku PKK metirsiya ewlehiyê li ser Tirkiye û Iraqê çêdike û diyar kirin ku hebûna wê rêxistinê li ser xaka Iraqê tê wateya binpêkirina destûra bingehîn a Iraqê. Tirkiyê biryara Encûmena Asayîşa Netewî ya Iraqê ku PKK rêxistineke qedexekirî ye li Iraqê pêşwazî kir.

6- Aliyan li ser kêşeyên li herêmê bi taybet jenosîda Xezayê nêrînên xwe guherandin û îradeya xwe ya xurt ji bo piştgirîkirina doza Filistînê piştrast kirin.

7- Aliyan li hev kirin ku di çarçoveya mekanîzmayên pêwendiyê yên pêşbînîkirî de danûstandin bi awayekî asayî û bê navber berdewam bikin.

Back to top button