Polîtîk

93000 kes mirin û 15 milyar dolar ziyan heye

Li gor ajansa nûçeyiya Associated Press Wezîrekî Hikûmeta Sûriyê daye zanîn ku bi sedema van du salên şer û pevçûnan nêzîkî 15 milyar dolar zirar heye.

Emer Ibrahîm Xelawnicî Wezîrê Birêvebirina Xwecihî got ku li adara 2011 ê heta adara 2013’ê nêzîkî 9,000 nivîsîngeh û avahiyên hikûmetê rastî êrîşan hatine.

Li gor zanyariyên rêxistinên mafên mirovan yek milyon welatiyên Sûrî ji welatê xwe revîne. 

Her wiha Neteweyên Yekgirtî radigihîne ku herî kêm 93,000 kes li Sûriyê hatine kuştin.

Back to top button