CivakRojev

PAK, PSK, TDK-TEVGER li Amedê newrozê pîroz dikin

PAK, PSK, TDK-TEVGER li Diyarbekirê Newrozê pîroz dikin. Di derbarê pîrozkirina Newrozê de, agahdariyek belav kirine û dibêjin:

PAK, PSK, TDK-TEVGER roja 22.03.2022yê li Amedê newrozê pîroz dikin.Em hemû gelê xwe vedixwînin vê pîrozbahîya newrozê.Roj: 20.03.2022Saet:14.00Cîh: Plaza Hotel. Yenîşehîr/Amed

Wek tê zanîn li Diyarbekirê HDP piraniya caran Newrozê pîroz dike.Ev çalakiya HDPê ji newrozê behtir dibe wek şoveka PKKê. Di van newrozan de reng û nirxên Kurdistanî tuneye. Ji bo vê yekê her çalakiya Newrozê li her derî û taybetî li Kurdistana Bakur di bin Ala Kurdistanê de bê pîroz kirin xwediyê naverokekî Kurdistaniye û her weha taybetî di vê qonaxê de dibe parastina nirxên netewî.

Newroz bi xemilandina alayên Kurdistanê û nirxên netewî tê pîroz kirin…

Back to top button