Cîhan

Taliban: Em % 85 xaka welatê xwe kontrol dikin

Şandeka tevgera Taliban serdana Rusya kir û li gel berpirsên Rusyayê di derbarê rewşa Afganistanê de hevdîtin kirin.

Berdevkê tevgera Taliban Şahabettin Delawer  di konferansek rojnemevani de daxûyakirin ku, ji % 85 xaka Afganistanê di bin kontrola wan de ye  û dikarin her demî vê yekê ispat bikin.

Dalewer da xûyakirin ku, eve 20 sala dagirker bi awayek hovana li welatê me şerê me dikin. Ji bo li himber Amerika û hêzên din xwe biparêzin ew xwediyê mafê biryarêne.

Herweha Dalewer di derbarê DAÎŞê de axivî û got: Ji bo em garantî bidin ku, bi tu awayî DAÎŞ nikare li welatê me cih bibe, amadene her gavekî bavêjin.

Back to top button