Kultur
74 sal, ji ser damezirandina Komara Kurdistanê ra derbas bûn
74 sal berî niha li rojekî wekî îro da, Komara Kurdistanê bi rêberiya Pêşewa Qazî Mihemed li 2ê rêbendana 2646ê Kurdî, 22ê Kanûna Dûyema 1946 li meydana Çarçiraya bajarê Mehabadê ya li navçeya Mukriyana Rojhilata Kurdistanê hate ragihandin. Piştî 330 rojên temenê Komar, li 17ê Kanûna Yekema 1946 dawiyê bi desthilata Komara Kurdistanê anîn.
Damezrandina Komara Kurdistanê berhema geşkirina hizr û bîra neteweyî li civaka Kurdewarî û pêgihiştin û têgihiştina neteweyî û siyasiya neteweya Kurd li wê serdemê da bû. Ji bo wê yekê Komara Kurdistanê li demeke kurt da karî li navçeyek da ku niştecihên wê bi destê desthilatdarên paşayetiyê ve dihatin çewsandin, desthilatekî demokratîk dabimezrênin.