Civak

7 Şekdarên HSDê jiyana xwe ji dest dan

Komên girêdayî hikûmeta Şamê êrîşî gundekî Dêr Hafir ê li rojhilatê Helebê kir û di encamê de 7 kes hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de belav kir, komên girêdayî hikûmeta Şamê yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, îro 20ê Îlonê danê êvarê li gundê Um Tîna yê gundewarê Dêr Hafirê komkujiyeke hovane li dijî sivîlan pêk anîn. 

Diyar kir jî, Êrîş saet heftê êvarê dest pê kirin, pêşî bi dronan hatin kirin û piştre jî bi topbarankirineke giran hatin berdewamkirin, ku rasterast malên welatiyan kirin armanc.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya HSDê, di encama van êrîşên hovane de, 7 sivîlên bêguneh şehîd bûn û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Back to top button