Ji bo çi PKK şerê PDKê dike
Taybetî piştî Tirkiye li başûrê Kurdistanê li himber çekdarên PKKê li gel operasyonê kirî, êrîşên PKKê di ware siyasî de li himber PDKê gelek dijwar bûne. Rojane kanalên televizyonên girêdayê PKKê û rojname û malperên PKKê de şerek bê sinor yê PDKê tê kirin.
Herweha di derbarê PDKê de îthamên mezin têne kirin û gelek derew û bêbextî li himber PDKê têne kirin. Dema PKK vê yekê dike armancek xwe hinek sedemên taybet hene. PKK ji bo siyaseta xwe ya qirêj weşêre û kiryarên xirab ku li himber Tevgera Azadixwaz a Kurd dike ji çavan dûr bêxe şerê PDKê dike.
Di bingehê xwe de PKK şerê destkeftiyên Kurdistanê û xeta netewî dike. Li Başûrê Kurdistanê, beşek mezin ku di bin desthilata YNKê de ye , PKK xwedî bandore. YNK û hêzên di nava YNKê de rê dane PKKê û îro nikarin li himber çewtî û xeletiyên PKKê dengê xwe bilind bikin. Ji aliyek din kesayetên wek Lahur Talabanî û hevalên wî li gel PKKê dixebitin û armanca wan ya hevbeş têkbirina PDKê ye.
Îro li Kurdistanê PDK nûnertiya xeta netewî Kurdistanî dike. Ji xwe ji bo vê jî PKK li dijê PDKê di nava şerek siyasî de ye. Hergav tehlûke haye ku PKK êrîşên din jî li dijê PDKê bike.
Lê wek her cara PKK siyasetek durû rêve dibe. Ji aliyekî ve yên wek Murat Karayilan, peyamên nerm didin û daxwaziya hevkariyê li gel PDKê dike, ji aliyek din yên wek Duran Kalkan û Besê Hozat li dijê PDKê ya herî xirab dibêjin. Malpera Lekolin ku siyaseta Qendil rêve dibe, PDKê bi xiyanetê îtham dike. Lê ji aliyek din ve bi rêya dezgehên girêdayî PKKê wek KNK û HDPê jî daxwaziya yekitiya dikin û bi devnermiyekî behsa “Yekitiyek Netewî“ dikin. Ev tevgera PKKê hemû tektîke tu duristiyek di tevgera wan de tuneye,
Niha ji aliyê PDKê ve helwest gelekî girîng e. Gerek dema dezgehên girêdayî PKK behsa Yekitiyek Netewî bikin, dive PDK dirustbûna wan mihasebe bike û newê leyiztikên wan.
Ya herî girîng dive PDK û aliyên siyasî yên Kurdistanî tê bigihin ku derdê PKKê yê Kurdistanê tuneye. PKK û hemû dezgeh û hêzên pêve girêdayî ne Kurdistanîne. Siyaseta PKK ji aliyê hinek nawendin stratejîk ve tê kifşkirin û ji bo vê jî hemû stratejiya wan li ser têkbirina destkeftiyên netewî Kurdistanî ye û tehrîbkirina civata Kurd e.
Di demek nêzik de berpirsên PKKê çend daxûyanî dan û dibêjin:
Hevseroka KCKê Besê Hozat: Şengal ne beşek ji Kurdistanê ye, Şengal axa Iraqê ye.
Duran Kalkan: Em Kurdistanek azad li Başûr naxwazin.
Hatip Dicle: Kerkûk ne beşek ji Kurdistanêye, beşek ji Iraqê ye û ya gelan e.
Mustafa Karasu: Em jiyanek bê dewlet û bê zewaca jin û mêra dixwazin.
Remzî Kartal: Kurd dewletê ava bikin em rê nadin vê yekê.
Mirov dikare bi dehan mînakên berpirsên PKKê û dezgehên Pêve girêdayî bi vî awayî bide. Herî dawî Ocalan di peyama xwe de dibêje: Tu pêwistiya Kurdan bi dewletek cuda tuneye.
Gelo mirov bi çi mejîyî dikare behsa Kurdistanî û Kurdbûna wan bike? Eger îzaha vê hebê bila hinek derkevin û bêjin. PKK ne tevgerek Kurdistaniye û her siyaseta PKKê wek tevgerek Kurd û Kurdistanî bihesibêne û li gora vê li gel PKKê bide û bistîne neheqiya herî mezin li xwe û siyaseta xeta netewî dike.
Analîz/N.Firat