Cîhan
Trump pêşwazî li wezîrê darayî yê Tirkiye kir
Wezîrê Darayî yê Tirkiye Berat Albayrak li Washingtonê hevdîtinek li gel serokê Amerikayê Trump pêkanî.
Albayrak li gel wezîrê Darayî yê Amerikayê Steven Mnuchin û rawêşkarê serokê Amerikayê Jared Kushner bi Trump re civiya.
Albayrak piştî hevdîtinê da xûyakirin ku, dê ticareta Tirkiye li gel Amerikayê bigihê % 75 milyar Dolar û herweha da xûyakirin ku serokê Amerikayê di derbarê kirîna S-400 ji Rusyayê biçekî nermtir bûye.
Albayrak da xûyakirin ku, ewlehiya Tirkiye di çerçova NATOyê de ji bo me girînge û bingehê pêwendiyên me ava dike.