Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê dibêje, ji ber ku Hêzên Pêşmerge derî li pêşiya çekdarên PKKê vekiriye, 400 çekdarên wan tevlî Pêşmerge bûne, herwiha zêdetirî 100 çekdarên din jî li hêviyê ne ku bi fermî bibin Pêşmerge.Fermandarê Pêşmerge Qasim Dirbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Em demek e ku Hêzên Pêşmerge deriyê xwe li pêşiya çekdarên PKKê yên ji Şingalê vekiriye û ji bo pêşwaziya wan jî me komîteyek pêk aniye û heta niha 400 kes ji wan çekdaran tevlî Hêzên Pêşmerge bûne û zêdetirî 100 çekdarên din jî ji YBŞê cuda bûne û li mala xwe ne û li hêviyê ne ku navenda perwerdeya leşkerî bê vekirin da ku ew jî bibin Pêşmerge.”Dirbo wiha got: “Niha amadekariyên vekirina navendeke leşkerî bo perwerdeya wan kesan tê kirin û dê di demeke nêzîk de ew çekdar perwerdeya leşkerî werbigirin û bibin Pêşmerge.Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Niha nêzîkî 300 çekdarên Êzdî di nava PKKê de mane, lê dema ku ew navenda leşkerî bê vekirin dê ew çekdar jî ji PKKê cuda bibin û tevlî Hêzên Pêşmerge bibin. Hejmara Kurdên Êzdî di nava PKKê de tenê ev bû û yên din ji Tirkiye û Sûriyê hatine û ne xelkê Şingalê ne.”
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025