Cîhan

5 Serokên şeredariyan ji erka wan hatin dûrxistin

 Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku 5 serokên şaredariyên CHPyê yên navçeyên Stenbol û Edeneyê yên ku niha girtî ne ji kar hatine dûrxistin.

Li gorî biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, îro Serokê Şaredariya Buyukçekmeceyê Hasan Akgun, Serokê Şaredariya Gaziosmanpaşayê Hakan Bahçetepe, Serokê Şaredariya Avcilarê Utku Caner Çaykara, Serokê Şaredariya Ceyhanê Kadir Aydar û Seroka Şaredariya Seyhanê Oya Tekin ji kar hatine dûrxistin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Serokê Şaredariya Avcilarê di çarçoveya lêpirsîna “xirab bikaranîna erk” de, Serokê Şaredariya Buyukçekmeceyê di çarçoveya lêpirsîna “Wergirtina bertîlê û xirab bikaranîna erk” de, Serokê Şaredariya Gaziosmanpaşayê di çarçoveya lêpirsîna “Wergirtina bertîlê” û serokên şaredariyên navçeyên Seyhan û Ceyhanê yên Edeneyê jî di çarçoveya lêpirsîna “xirab bikaranîna erk” de ji kar hatine dûrxistin.

Her 5 şaredar doh di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de bi biryara dadgehê hatibûn girtin.

Back to top button