Civak

5 kesên ji malbateke Rojavayê Kurdistanê kuştî hatin dîtin

Li gora nûçeyeka Rûdawê, termên 5 kesên ji malbateke Kurd ên penaberên Rojavayê Kurdistanê li nêzîkî nahiyeya Kesnezanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve hatin dîtin, bi gotina kesên ku ji nêzîk ve cenazeyê wan dîtine, dibêjin ku ew kes bi keviran hatine kuştin.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Hewlêrê, Hadî Selîmî ragihand, termên 5 kesên ji malbatekê êvariya duh pêncşemê li nêzîk gundê Pîreş ê ser bi bajarê Hewlêrê ve hatine dîtin.

Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, di wê bûyerê de zilamek û hevjîna wî tevî 3 zarokên wan hatine kuştin, ku temenê zarokan di navbera 3 heta 7 salan de ye.

Ew malbat xelkê Rojavayê Kurdistanê bûne û bi gotina şahidan, dema salekê bûye ku li gundê Pîreşê yê ser bi nahiyeya Kesnezan a Hewlêrê nîştecih bûbûn.

Li gor agahiyan, zilamê serpireştê wê malbatê hostayê kaşiyan bûye. Bi gotina cîranan jî, ew malbat kesên gelek aram û bêdeng bûne û serê wan bi karê wan ve mijûl bû û ti pirsgirêka wan li gel ti kesî nebûye.

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, hêzên polîs û asayiş li ser windabûn û şêweya kuştina wan kesan dest bi lêkolînên berfireh kirine û lêkolîn heta niha jî berdewam in.

Bi gotina kesên ku li cihê bûyerê û ji nêzîk ve termên wan kesan dîtine, her 5 kesên ji wê malbata Rojavayê Kurdistanê bi keviran hatine kuştin û kevir li serê wan xistine.

Heta niha sedema kuştinan wan kesan nehtaiye zanîn û herwiha bikuj an bikujên wan nehatine naskirin.

Back to top button