CivakRojev

5 bendav li ser rûbarê Xabûrê tên çê kirin

Îdareya serbixwe ya Zaxoyê ragihand ku weke îdareyê, projeya çê kirina 5 bendavên curbicur li ser rûbara Xabûrê dane hikûmeta Kurdistanê.

Li gor daxuyaniya îdareya serbixwe ya Zaxoyê, Serokwezîrê Kurdisanê Mesrûr Barzanî jî qebûl kiriye ku ev her 5 bendav li ser rûbarê Xabûrê werin çêkirin û bo vê yekê jî biryara dabîn kirina bûdceyê daye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku di demeke nêz de dest bi cîhbicîh kirina projeya han tê kirin.

Back to top button