Li Kurdistanê prosesa siyasî çewe bi rê dikeve
Li Kurdistana Başûr pêvajoya siyasî berbi kûve diçe? Gelo rewşa kurda li gel demokrasiyê çewe digunce? Ew aliyên gotina demokrasiyê ji devê xwe naxin, dema pîvan dibe nirxên demokraîyî dibin xwedî çi helwestê.
Bersiva van pirsa eger bi awayek zanistî bê dayîn , dê pêvajoya siyasî li başûrê Kurdistanê baştirîn awayî bête nirxandin.
Li Kurdistana Başûr Îlona 2018ê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê çêbûn.Partiyên siyasî hemûyan encama van hilbijartina qebûl kir. Piştî encama hilbijartina bi awayek fermî hate ragihandin aliyên siyasî dest bi guftogoyan kirin. Bi dehan civîn pêkhatin, partiya ji bo li hevhatin yek dengiyê daxûyaniyên erênî dan.
Lê mixabin ev hevdîtin û civîn zêdeyî 4 mehan berdewam kirin û hemû aliyan li hev nekir. Di encam de biryar hate dayîn ku parlementoya Kurdistanê bicive û desteya rêvebira parlementoyê hilbijêre , da ku prosesa siyasî bi rêbikeve û newê xetmandin.
Roja civînê YNKê biryar da ku tevlî civîna parlementoyê nebe. Sedem jî kir pirsgirêka Kerkûkê. YNK daxwaz kir ku Rizgar Elî endamê mekteba siyasî ya YNKê bibe parêzerê Kerkûkê. Lê PDKê ev yek nepejirand. YNK ev yek kir hêcet û tevlî civînê nebû. Bê guman mijara Kerkûkê mijarek teybete û ew kesen Kerkûk radestê hêzên dagirker kirîn , îro doza desthilatiyê bikin pirsek bi serê xweye.
Parlementoyê di civîna xwe ya roja 18.02.2018ê de desteya serokatiya parlementoyê hilbijart. Niha jî di civînên li pêşiya me de , parlemento komisyonên xwe hildibijêre û di nava wan de ya herî giring jî destnîşankirina Komisyona Yasayî ye.
Komisyona Yasayî gava yekem qanuna serokatiya Kurdistanê amade dike û parlemento vê dipejirînê. Piştî pejirandina Qanuna Serokatiyê serokê Kurdistanê ji aliyê parlementoyê ve tê hilbijartin.
Serok jî ji bo avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê kandidatekî erkdar dike. Piştî hukumeta Kurdistanê bê avakirin prosesa siyasî ya piştî hilbijartina tê temam kirin.
Niha li vê derê helwesta YNKê girîng e. YNK, PDKê û aliyên din bi du îdaretiyê tehdît dike. Roj ne ew roje ku YNK bikaribe îdareyek korsan li Silêmaniyê ragihine û du îdaretiyekî pêkbîne. YNK di nava xwe de ne yekdenge. Nakokiyên mezin di nava YNKê de hene. Tu mafekî YNKê tuneye van nakokiyên xwe bike wek nakokiyên rojeva siyasî ya Kurdistanê.
Rêya yekem li pêşiya YNKê ewe ku li parlementoyê vegere û li gora li hevhatina li gel PDKê kirî postên xwe di parlementoyê û hukumetê de bigre û siyaseta xwe bike. Divê ew alî, rewşenbîr û kesên xwe wek pişgirê YNKê dibînin di vê derbarê de bala YNKê bikşînin ku tujî çewtiyek din dîrokî nebe. YNK di nava xwe de çi bike ev karê wan yê navxweyîye, lê bila peşkên bê tifaqiya navxwe li Kurdistanê nedin.
21.2.2019
Dara Bilek