Civak

Platforma Kurdên Neteweyî û hilbijartin ?

Di derbarê hilbijartinên herêmî li Bakurê Kurdistanê de daxûyaniyek bi navê Platforma Kurdên netewî hate belav kirin. Ev platform behsa helwesta xwe di hilbijartina de dike. Lê ev platform ji aliyê kîjan aliyan ve yan jî kesayetên kurd ve hatiye damezirandin ji aliyê me ve nayê zanîn. Ji ber ku heta niha navê vê platformê nehatiye sehkirin ûdi derbarê Platformê de tu agahî neketine destême. Tenê ev daxûyanî bi navê platformê di hinek malperan de hatiye belav kirin.

Em jî daxûyaniya vê platformê wek xwe radigihînin.

Rojevakurd

 

Daxûyaniya hilbijartinê ya Platforma Kurdên Neteweyî

Her çi qas neyê zanîn jî miletê Kurd di dîrokê de gelek şarîstanî û dewletan ava kiriye. Ji Mîr Bedirxan heya îro gelek şerên dijwar ên serxwebûnê hatiye kirin. Serkeftinên wan tenê ji bo heyameke kurt hatibe bidestxistin jî, ji bo miletên Kurd û mirovahiyê bûne mînakên herî baş. Mîr Bedirxan di salên 1860 an de li Botanê, Şêx Ubeydulla Nehrî di salên 1880 yan li rojhilat, Şêx Mehmûdê Berzencî di sala 1920 an da li başûr, di sala 1920 an de Qoçgirî, Xalid Begê Cîbrî, di sala 1925 an de Şêx Seîd(Tevgera Azadî), di sala 1937 yan de Seyîd Riza, di sala 1930 yan li Agirîyê İhsan Nûrî Paşa û dîsa ji bo serxwebûna neteweyî mînakên herî baş di salên 1940 an de ji alê Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî ve hatiye dayîn.

Heyameke nû li pêşiya me ye, li bakûrê Kurdistanê hilbijartin nêz dibin. Em jî ji bo ku li pêşeroja xwe xwedî derkevin bi lêgerîneke netewe derdikevin qadan. Ne di fikr û dezgehek de, bi armanca ku di nîvî de maye, bi mîsyoneke manewî xebatên nû divê. Bi feraseta ku zirar li can û malên miletê me neyê û bi feraseteke pratîkî divê rêya hereket û livînê bê vekirin. Divê meşrûbûn esas bê girtin. Di çarçoveya mafên me yên neteweyî de, li ser xeteke meşrû divê pêwendî bi hêzên derve û hindur re ji bo destek û qebûlê bê danîn.

Fikra me ya esas, di bingeheke neteweyî de hemû maf bên bikaranîn, pêşxistin û gerewkirin. Di hilbijartinên herêmî de feraseta pratîk ya Kurdên neteweyî di heman demê de xeteke îtirazê ye li hember ferasetên derve û yên hindurîn ku miletên me xistine rewşeke xirab.

Miletê Kurd ji dîroka xwe ya pîroz sûd wer girtîye, ruh û yekîtîya xwe ya neteweyî parastiye. Mileteke din li cihanê tune ye ku di ev qas demeke dirêj de, li hember ev qas hêz û êrişan zilm dîtiye û bê statû maye. Dîsa mileteke din tune ye ku li hember hemû êriş û tunekirinan ruh û fikra xwe ya neteweyî parastiye û roj bi roj xurttir kiriye. Bi hemû destek û daxwazên miletê me tu serkeftin çênebûye û yekbûna neteweyî pêk nehatiye, nûnerên me yên ku bi ruh û yekbûna neteweyî tevnagerin sedemên vê ne.

Ligel keda bêhempa ya miletê me, em ne li cihê ku miletê me dil kiriye ne. Ji ber tifaqên şaş û pêvajoya pratîkên bê nirxandin bersiva gele me yê ku destekeke bêhempa dane nehatiye dayîn. Anha em bi hêza xwe, bi ruhê xwe yê neteweyî û bi hessasiyetên herêmî, divê em rêyeke ku bi çand û jiyana me ya neteweyî ve berbihev vekin. Divê ev rê li gorî rewş û herêma bihê xurtkirin û bi fikreke neteweyî ya Kurdan, bi esasên dîrokê ber bi yekîtî û pêşeroja Kurdan ve biherike. Dûrî navên raser û îdeolojiyan, bi nimûne girtina dîroka me divê Kurdistan esas bê girtin. Ku mesele Kurdistan be divê fikrin din meselok bin. Dîroka miletê Kurd ji bo çêkirin û pêşxistinê guncaw e. Bi rêya vê ferasetê di hilbijartinê de ji bo partîkkirina van fikran hin xebatên me li qadê çêbûn. Hat dîtin ku miletê me, ji ferasetên derveyî dûr dixwaze bi fikreke neteweyî ya herêmî li pêşeroja xwe xwedî derkeve. Miletê me dê xwe bi rê ve bibe û bi vî tecrûbeyê pêvajoyeke statûya neteweyî bide dest pê kirin. Dê bi şêwazeke hêsan heya daxwazên gelemperî tevbigere. Ji bo pirsgirêkên xwe çareserîya mehelî, bi hilberîneke neteweyî û bi parvekirinê dê pisrgirêkên xwe yê herêmî çareser bike.

Me biryar girt ku di hilbijartina herêmî de li erdnîgariya Bakûr li hin navçe û bajarokên cuda cuda bi vê ferasetê bi endamên xwe yên serbixwe yên neteweyî tevlî hilbijartinê bibin. Em îdîa dikin ku di demeke nêz de li Êlih, Agirî û Amedê mînakên rêvebirina neteweyî dê bi hêztir bikin û pêş ve bibin. Bi serkeftina ku em dê bi dest bixin, em dikarin di hilbijartinên pêş de li Kurdistanê bibin endamê rêvebirinê. Ji ber ku em desthilatdariya paytextan qebûl nakin, em dê tu carî nekevin hilbijartinên giştî.

Dîsa di xebatê derve û hındur de hate dîtin ku gelê me yên li sirgûnê û gelê me yên li welêt destek didin vê projeya me ya neteweyî. Pirsgirêkên madî, manewî û di her qada ku miletê me lê, bi destekên wan em dê çareser bikin. Encamên hemû xebatên qadê vê nîşan didin.Em dê mehelî û neteweyîyê esas bigrin. Em dê rêyên xwe, dibistanên xwe û cihê kar û barên xwe bi xwe çêbikin.

Di serî de ruhê neteweyî ya Kurd û di qada mehelî de em dê bibin bersiv. Ji ewlehiyê heya aboriyê hemû qadên pêdiviyê bihê ava kirin û hêzeke xurt pêk bînin. Em dê axa Serhedê yê bêserî û binî biçînin û li deverên din yên Kurdistanê binirxînin. Çavên me li tu deriyê nîne, em dê têra xwe û miletê xwe bikin. Em dê bêkar û koçberiyê ra bejin bes û ji bo vegerên welêt bixebitin.

Em dê bi kom û xebatên xwe yên neteweyî pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi sere xwe danasîna dîroka me û erdnîgariya me dê bibe çavkaniyeke xurt ji bo gelek qadên me. Di serî de ji bo Bakûr gelek projeyên me yê berfireh û neteweyî hene. Em li vê xwedî derkevin û rûpeleke nû yê dîrokî vebikin. Em piştgirî bidin endamên xwe yên serbixwe yên neteweyî û alîkarî bidin xebatên wan. Ev pêşeroja ma hemûyan e.

PLATFORMA KURDÊN NETEWEYÎ

Back to top button