Nivîsar

Barzanî dê wek Barzanî bike?

Ziryan Rojhilatî

Serdana Barzanî bo Bexdayê gelek nîqaş û axaftinên navxweyî bi xwe re anî. Nakokî her çi bin, ev serdan dikare pêgeha Barzanî bihêztir bike. Pirsyar ev e ku ev hêzdariya nû ya Barzanî çi bandor li ser siyaseta navxwe, bi taybetî danûstandinên pêkanîna kabîneya nû dike?

Di destpêka salên 70yan de, “Barzaniyê Nemir” bi rêya rêkeftineke li gel Bexdayê pêgeheke bihêztir peyda kir, ev jî nekire amrazek daku rikaberiyên navxweyî jinavbirin bike.

Berevajî wê, kire deriyê rêkeftineke Kurdî-Kurdî û bi gotina Dr. Mehmûd Usman, “bi herdu dest deng da ji bo vegera Mam Celal û hevalên wî”. Bibîranîna vê bûyera dîrokî jî ji bo Herêma Kurdistanê ya niha gelek watedar e.

Barzanî di demekê de serdana Bexdayê kir ku piştî giştpirsiyê heta niha di pêgeha herî bihêz de ye ku kariye bi dest bixe. Ji ber ku:

Bi pileya yekem li ber rikeberiya du fraksiyonên mezin ên Şîe, hêj hikûmeta Iraqê noqsan e û Adil Ebdulmehdî jî “nameya wî ya destjikarkişandinê di berîka wî de ye”. Partiya Barzanî ku li gor encamên du hilbijartinên li pey hev li Bexda û li Hewlêrê gelek kursî bi dest xistine, dikare hevsengiyê bi qezenca yek ji wan fraksiyonan ve bikşîne, lewma hemû dixwazin li gel wî di peywendiyê de bin.

Serdan di demekê de hat kirin ku nêzîkî du hefte piştî destpêkirina beşa duyem a dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê, projeya şandina petrola Kerkûkê bi tankeran bo Îranê têk bir û Bexda careke din bi rêya boriya petrolê ya Kurdistanê ve dest bi şandina petrola Kerkûkê bo Tirkiyê kiriye. Ev jî dikare giraniya Herêma Kurdistanê li ser arîşeyên dabeşkirina dahata petrolê li Iraqê, budce û heta mijara deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê jî zêdetir bike.

Di vê demê de egerên serîhildana DAIŞê, careke din hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê zêdetir balê dikşîne ser xwe, ev jî di axaftinên hinek serkirdeyên Iraqê de, bi taybetî di axaftina Hadî Amirî de xwe dide xuyakirin ku bal kişande ser rola Heşda Şeibî û Pêşmerge.

Serdana Barzanî bo Bexdayê û pêşwaziya serkirdeyên Iraqî, careke din wê nêrînê bihêztir kiriye ku Barzanî di qonaxa dahatû de rol û pêgeha wî zêdetir dibe, heta eger meqamê wî yê fermî tine be jî.

Derbarê serdanê de li vir pirsyar ev e ku Barzanî çima çû Bexdayê? Bêguman piştevanîkirina hikûmeta Adil Ebdulmehdî, tenê yek ji bersivên vê pirsyarê ye û dibe em di siyaseta navxweyî ya Herêmê de li bersivên din bigerin.

Serdana Barzanî bo Bexdayê dikare bandor li ser danûstandinên pêkanîna kabîneya nû û edaya hikûmeta nû ya Herêmê bike ku dibe bi kabîneya PDK+partiyên din were binavkirin.

Di pêkanîna hikûmeta nû de arîşeyek derbarê çawaniya serederîkirina hêzên serkeftî li gel hev heye. Ew jî ev e ku nakokî heye derbarê wê yekê de ku gelo li gor hejmara kursiyan, yan li gor rastiya hebûna hêza çekdar û desthilat li sînorên cuda cuda, were serederîkirin? Heta beriya serdana Barzanî bo Bexdayê, serederiya li gor hejmara kursiyan dikarî metirsiya du îdareyiyeke nû li Herêma Kurdistanê zindî bike. Lê belê piştî sefera Barzanî, PDK li gel wê yekê ku nikare taybetmendiyên YNKê berçav negire, dibe ku destê wê vekirîtir be ji bo wê yekê ku nêrînên xwe yên derbarê kabîneya nû de bi ser bixe. Peywendiya baş a Barzanî û partiya wî li gel Bexdayê dikare bandorên peywendiya YNK – Bexdayê li ser siyaseta navxwe ya Herêmê kêm bike.

Xaleke din jî ew e ku xuya ye kabîneya nû ya hikûmetê zêdetir wek kabîneya PDK+hêzên din be. Ev tê wê wateyê ku şikest yan jî serkeftina kabîneya nû li ser milê PDKê ye. Ji bo serkeftina kabîneya hikûmetê jî berdewabûna hatina budceyê û kêmbûna astengiyan li gel Bexdayê, ji bo PDKê mijarên giring in. “Vekirina rûpeleke nû” li gel Bexdayê, dikare pêgeha Herêma Kurdistanê bihêztir bike û bi vê yekê jî qebareya pirsgirêk û arîşeyên navxweyî yên aborî û siyasî kêm bike. Dibe ku Barzanî jî li Bexdayê li pey vê yekê bû.

Bi giştî em dikarin bibêjin ku serdana Barzanî bo Bexdayê dikare rêyek ji bo rabûna Kurdistanê be ku piştî komployeke herêmî ya piştî giştpirsiyê, rastî pirsgirêkeke mezin hatibû.

Kurdistan careke din bihêz dibe û pêwîstiyên Bexdayê jî bi Hewlêrê zêde bûne. Bexda dikare nîvê rêya bihêzbûna Kurdistanê be ku dirûşma Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de, lê Kurdistan bi xwe destpêka rêyê ye.

Piştî wê hewla ku di asta Iraqê de ji bo rêkeftineke nû daye, di cihê xwe de ye ku Barzanî destpêşxerê rêkeftineke navxweyî ya Kurdî jî be, weke ku Barzaniyê Nemir di destpêka 70an de kiribû.

*Lêkolerê li Navenda Lêkolînan a Rûdawê

Back to top button