
Silêman Çakir
Piştî xebateke bi lez û hêja ,moralê kedkâr pir xweş û bilind bûbû. Em di meşîn liser rêçkâ Amed.Bi kêf û eşqeke mezin ku sibe em na xebitîn. .Dema jibon çi jê hate pirsîn, ku wê mêvan werin û ew mêvan jî gelek şexsîyetekî mûhîme.
Xwedîyê şirketê (M.S) cî bû. Kedkâr amede kirin eke Xweş kiribû.
..Roja dîtir em çûne ofîsê û li benda patron man. Berì nîvrokî hate û bi xêr hatin me dayê. Çend xebatkarê ofîsê sifre amede kirin û me bi hevdûre xwarin xwar. Piştî xwarinê çay,qahwe fêkî pêşkêş bû. Sohbet dest pê bû û liser xebata pazare bûnê fikir û remanê xwe gotin û di dawîye bi gotineke firoj vane re dayî xilas kirin..Ku dibêjin eger şexsê firoş van bi aqil û jê hatî bê wî taqdîr bikin,ger nezan û jêhatî bê îqaz bikin,eger tiral eksî bê wî îmha bikin. ..
..Li milê rastê vegerîye û ku di ti wexta de mîne vê demê pirtûk nehatine firoştin, ez di xwazim ev xebat kârê me kîye nas bikim..Kedkâr ku ha eve…Dema wisa got ku ez di xwazim hûn xebate xwe berdewam bikin,çi lazime jibon we ez amedeme. .Piştî gotinè xwe xilas kirin ,bersiv nesitand..
Dema gotinê xwe xilas kirin ,min gelek dêhnê xwe dayî yê. Gelek xemdar û bi keder bû. Tirse di dilde hebû, lê ew jî heşkere ne dikir.Kedkâr xwest çend gotine bêjê, lê di çavde li xwe ne Emîn bû.
..Çiqas bê çareserîtî ne xweşe ,lê ew eşq û êsîr tî ye pere jibon mirovê ku êsîrî pere bibê gelek zore. Min wextekî dirêj diber çavde derbas kir,li vî warî hene ew şexis ku malbat tar û mar bûye. Bê şik û goman ciwanê bejna wa mîne tâke rehanê jiber zilm û zorê ketine ser rêçkê çûne û ên nehatinê. Gelo kî kârê bêjê ku ew zarokê şimze û bê tecrube ketine bin qozîye dîwar û sînore de û bê nan û av û bê perene, lê heye hinek dîtir jî kerbâ perê xwe ketine taye mirinê.
..Dema ez wisa tefekûr di bûm kedkâr ku çî bû, min ku tiştek tûneye ey kedkarê ezîz. Ku em rabin û em mîne rêwingê xwas liber sînore bê kes û kûs em meşîn û çûne gerajê. Pilot hate sitandin û mêvan hate bi rê kirin.Em meşîn û çûne male kedkâr. Em rûniştin û şîv hat û me xwar, dîse pirsî kedkâr, ku tu çime mijûl nebúyî? Min ku ne hewce bû, gûndê ku xwûye bikê ne lazime ku mirov şanî hevdû bidê û min Destûr xwest û ez raketim..
..Serê sibehê dengek hate gûhê min. Ku rabe. Ez rabûm û me xwe amede kir û em çûne ofîsê. Kedkâr jibon taştê hinek şamborek xwestin û me bi çayê xwar û ve xwar.Me 350-450 qolî pirtûk li wesayîtê barkirine û kedkâr gote bajovan ku berêxwe bide mexaze Telewîzyone. Min ku xêre? Ku rawiste. Em çûn û Telewîzyone sitand û em ketin ser rêçkâ bajarê oldar Zeynelabîddîn. Di wê demê de Telewîzyone reş û spî bû. ..
Gelo ev jîyan li çend welat û kûjan di nav Gel de heye? Kedkâr dibê jîyanê kê ?Ev heye ku 723 sal ku li Gelê Kurd zilm dibê û tiştê hatîye serê vî Gel’î bawerim nehatîye serê tu qewmî. Bi mîlyone qetil bû. Bi mîlyone penaber bû, bi hezare winda bû. Gûnd ,bajarê wî bi hezara wêran û xerabûn û gelek cîh ji neqşê rabûn.
..Xwezî çareserî hebûne ku mirov lîkolînek pêk anîbane, gelo li kûjan welatî Kurd tûnene?Ji Bulgaristan bigrin heta bi Çînê, ji Roma bigrin heta bi Parîs, Kurd penaber bûne û ji zilme zalime revîyene. ..
..Ji Şêx Ubeydullah bigrin heta bi şêx Ebdûlselam,ji Saîd Elçî bigrin heta bi Faîq Bucaq serok û rêberê Kûrd qetil kirin,darve kirin,Bavê mezin General Mistefa Barzanî bi (12)sale li Rusya jîyan kir û zilmeke mezin dîtin…
Pirtûk :Barzanî û hêza Azadîye Netewî Kurd.
Nivîskâr :Serok Mesûd Mistefa Barzanî.
Rûpel :227.
Cild :-1-
…BARZANÎ LI SSCB’NE…
Çemê Aras derbas bûn. Ketin axe SSCB,de. Serokê netew General Mistefa BARZAN birîn bajarê Nahcîvan a di sînorê Cumhurîyete Ermenîstan a ku îro di sînorê Azerbaycan de ye.pêşmergê pêre xistim qampeke ku serdora wê bi têlave pêça yî. Nahtor danîne ser serê wa. Derketin dervî qampê liwa qedexe kirin.Rojê Her yekî 500gr nan û Zerikek nîskeye didane wa….. (;?,)
Ser bi ser mûamele êsîrê herbê bi ware dikirin…Yek carîn wa jî hevdû xerîb dikirin.Ên birîndar birîn nexweşxane. Barzanîyê di qampê de êsîr, Haye wa jî serok Mistefa Barzani ne bú û pêwendîyê wa qût bûbun. Heta 3 (sî yê )Tîrmehê (Temuz )ê jê tu xeber ne sitandin.Di vê demê de subayekî Rus bi wesayîtê hat û Mîrhaci sitande cem xwe.Piştre êvarì wî dîse anî qampê. Ev sê roje berdewam kir.Du rojê awil Mîrhacî tiştek ji tu kesî re ne got.Lê di wecehê wî de dîyar bû ku xemgîne. Êdî roje sêyem hew îdare kir û tiştê ku dîtibû got.Li himberî koma pêşmerge kenî û ku ez çûme qampa ku serok lê dimînê û bi giranî nexweş bû. Lê roje sêyem baş bûbû û nêzîk wê qampê zîyaret bikê. 12/07/1947 de Barzanî bi çend berpirsiyarê Sovyet qamp zîyaret kirin.
..Şert û mercê qampê ên xerab bi çavê xwe dîtin,gotin tê lê qampê rakin.Gotin ji neha û pêde wê xwarine xweş bê qampê û jibon ên ku li qampê jîyan dikin wê jibon bêhnberdane wa şert û merc xweş bibin.
..Kedkâr xweş gûhdar kir û ku heydê em rabin ,em diçin Bedlîs’ê…Ji bajarê oldar Zeynelabîddîn derketin û di xeta ava spî de û liser Mîdyad ,dû roj xebat pêk hat.Rêwingîtî berdewam bû heta bi Hesenkeyfê .Bajarê Dîrokî û kânîye şikefte. …ÇARE SERÊ…
Ev hovîtî heta kengî?
Ev Faqîrtî heta kengî?
..Wê xilas bê, bi çi rengî. ?
..Çareserîyek wê kengî bê?
Wext nameşê bi vî rengî..
Jîyan nabê bi vî qewmî. .
..Êdî bese ,bi vî lewmî.
..Çareserîyek ji vî barî. ..
Rûpel :66
Pirtûk :Zerîya Warê Min.
Nivîskar :silêman Çaqir.
Rengê zilmê çawaye gelo?Ji minre gelek meraq û keder.Gelo kî zalim û zordar et Xwada,ji te di pirsim.?Bersiva pirsî min heye ecêb? Nizanim û hew zanim.Kîne zalim û kîne mazlum. Gelo Teyrê baz dema hicûmê berdidê xezal kovî, ewe zalim.An jî dayîke ku zaroke xwe di kûjê û goştê wê di xwê? An jî pisîk dema gelek jî hiz çêlîkê xwe dikê û wa di xwê zalime?An jî jine ku jibon malê Dinê û pere evîne xwe di kûjê zalime. Gelo kîye zalim ey Rebbê min?
..An jî li Efrîqe ên ku zaroke birçî di hêlin û bomba baran dikin û li Halepçe û li her der mazlume di kûjin zalimin ey Xwada.Nizanim û hew zanim kîye zalim.Qatîlê Dêrsim, Enfal,qoçgirî Nisêbîn wek zalim têne naskirin gelo?Kê ez kûştim ey Xwada kî? Sirgûn, feqîrtî û hiştim eware kîye ey Xwada ,mîne şikeftê Hesenkeyf (Heskîf) bûme Xwelî û bi dert û kûl ey xwade. Çûme wî bajarî ne ji kelha wî û ne ji hirmeta şaredar rêber nas têr bûm. Ez her tim û Heroj di mirim ey Xwada …Wê kengî mirin rawistê û ez jî bê Tirs jîyan bikim ey Xwada?Bûme eware û bûme helbestvan ji derdê zilm û zordarîyê.
…EMRÊ MIN…!
Nizanim tu çawa çûyî?
Tim di bin zilmê de.
Gelek car perîşan.
Gelek car birçî û bi xîzan.
Ser bi ser li hapis û zîndan.
Emrê min çawa çûyî ez nizanim!
..Xelk û alem di kêf û xweşî yê de.
..Li govend û dîlane,
..Ez û tu tim li zîndane.
..Dibin darê zilmê de.
..Me derbas kir ev jîyan.
..Emrê min çawa derbas bû ez nizanim….!
Emrê min çû, Cîhan tevde Azad bû.
Em di bin darê zorê de.
Li kolane, li zîndane.
Gelek car li sînore.
Em di mirin û tên kûştin.
Tu çawa xilas bû yî? Ez nizanim!
..Emrê min tu wer vegere.
..Carek dîtir wer Cîhan’ê.
..Bi xweşî, bi ser fîrazî.
..Ne bi koletî, ne di bindestî.
..Bi Azadî wek hevî.
..Emrê min tu his bike!
..Adar bi Azadî bè Emrê min!………
Rûpel :12-13.
Pirtûk :Tu Pilpizek’kî .
Nivîskâr :silêman Çaqir.
Bê kesî çiqas ne xweşe mîne Heskîfê. Ez ciwan bûm û xeyalê min hebún.Malbata min kedkâr û welat parêz bû. Zilm û zordestî, sirgûn û girtin destê xwe ji pêsîre malbata min ne di kişand.Bi zoraki me xwe ser pîye digirt.Malbata min heyranê xwendinê bûn. Lê tim zahmetî û zordestîyê firset ne didan .Min xwend û di azmonê xwede bi serketim.Li bajarekî Bakur min dest bi zanengehê kir.Beşa min xweş û bedew bû. Jibon ku barê malbata min giran bû, min di xwest salek berî salekê ez zanengeha xwe xilas bikim.Em ciwan û bê tecrube bûn. Dil soz û dil paqiş bûn. Pêwendî ji xwe lingekî jìyanê ye.Roj bi Roj şert û merc ne xweş di bûn. Jibon ku astengî çênebê me tim xwe mihafeze dikir.Lê xerab û nebaş bela xwe ne di vekirin. Bê sebeb û jibon ku ez Kurd bûm asayîş em girtin.Bi roj û Şeva em eşkence kirin û ez rakirim nexweşxanê bi roja ez di nexweşxanê de mam û derman kirin.Lê Bjîşke ji Tirse asayîşê rapor ne girtin.Min ne di xwest malbata min agahdar bibê jibon ku wî gelekî xemgîn bibin.Dawìde malbata min agahdar bû û hatin ez birim malê. Salek tim çûme bijîşk û hinek bi ser xwedê hatim.
..Min dev ji xeyalê xweyî xwendinê ne berda.Malbata min tim li cem min bû ,nûjen Ketim azmone zanengehê, pênç -şeş (5-6)salê min heba bûn. Ez dîse bi serketim û min di dereceke gelek baş zanengeh xilas kir.Min li cîkî ne fermî dest bi kâr kir.Dema em li zanengehê ciwane pîrozbahîyê fermî pêk tanîn. Nijadpereste gilî kirin û em dîse hatin girtin.Bi roja dibin çavde man û mûamele xerab bi me kirin.Tu gunehkarîye me ne bú, bi taybetî min tiştekî xerab ne kiribû. Min zerar û zîyane ne dabû tu kesî, min malê kesî nexwaribu. Min şerê Komarê ne kiribû, gotinbêj eger gunehkarî bê di mafê navdewletî û di destûre miravatîyê, êdî ez nizanim..
..Em derxistin dadgehê û bi sale ceze dane me.Ku hûn xayîn û Terorrîstin,ez Kurdim û însanim, xwendevan û bîre werim. Bela xwe ne vekirin û em xistin zîndanê bi Roj û heyva em di şert û mercê xerab de di zîndanê de man.Piştre em berdan û dîse em şopandin ,dozê xistin gelek doz û ceze liser ceza dane me.Jî zilm û zorê ez revîyem. Şev bû û min herem û rê nasne dikir.Di sînorede derbas bûm û cîkî min nasne dikir têde derketim.Mirovek ji minre bu xwedî. Ez neha bê çare û perîşanim.
..Dema min di rêçkâ Êlîh û Heskîfê de jî kedkâr re got ku ev tiştekî gelek bâlkêşe. Em meşîn û gihiştin Êlîh. Kedkâr li Hotêlekê cîyê me veqedant. Ber êvar kî bû. Kedkâr ku em derkevin oda xwe, em derketin odê û me tiştê xweyî zêde me danî û em derketin derve. Me turek avêt û em çûne aşxanê. Me xwarine xweyî êvar xwar û em çûne Hotêlê. Herkes çû ser livîne xwe û min pênûs û kaxez derxist û min helbestek nivîsand.
…ŞEVÊ BÊ SITARIN…
Mîne bextê reşin,tim limin xayîn.
Ne hiştin sitare min,barê giranin.
Emrê min xilas kirin ez xwarim.
Bê bextin tim neyarin û harin.
Bûne bela serê min ,Şevê bê sitarin.
..Ezê bar bikim ji vî warî.
..Biçim cem Feqîyê Teyran.
..Bêjim dert û kûlê xwe.
..Bere namekê bi nivîsînê.
..Liser Şevê bê sitar.
Şewitandin gelek Evîndar.
Xelas kirin gelek beden û can.
Dert û kûlê min mîne çîyayê Gebar.
Dibêjim dengê min bike ey mamostê delal.
Ez bê hâlim ji ber Şevê bê sitar….
..Rûpel :112.
..pirtûk:Tu Pilpizek’kî.
.. Nivîskâr :silêman Çaqir.
Li himberî Cîhan xwe bi rengekî mirovahî didine nasandin. Lê di nav sînorê qewmî de rengekî dîtir heye. Li zîndane ey hawar ji rewşa xerab û bi ezîyet.Pîsîqopat û xwendevan di nav hevdû dene. Çi ji mirov werê ne dîyare. Lewra ku mirov liser vê jîyanê lîkolîn pêk bînê,însan aqilê xwe winda bikêjî ne ecêbe.
..Bav û dayîk divabê gûhdar bibin ,bê çi ezîyet û elemè dikşînin. Wext ji wextekî havînê bû. Nivîsek ji dadgehê hat.Digot jibon te hewqas ceze hatîye. Divabê tu di çend roja de têkevê zîndanê. Çîye gelo suç û gunehê min,tiştek nîne, lê jibon ku ez Kurdim.
..Ev çi rojê bi dert û kederin,birîn zaroke minî ku min bi saleû bi kedeke zahmet û mezin min dayî xwendin,jibon ku Kurd sucdar kirin û dest li kelepçe xistin û xistine zîndanê. Min jî gelek parezere pirsî, mane şaş.Gotin çi şole û ev çi biryarê seqetin. Nabê halo ev Halo naçê.
..Dema em diçine Bedlîsê ji kedkarê min anî ser ziman,renk lê nema û mayî şaş.Rêçkâ Bedlîsê ey Xwada fetlînoke û toz dumanê, mirov ji rehê xwe derdikevê. Em qederekî meşîn,li milekî çîye û li milekî newal û çem, li himberî di pêşîye me de çîyayê bilind.Lê tiştekî bâlkêş hebû, serê çîye darê şewitî hebûn. Em gihiştin kêlekâ zinare kî, di sînge zinarde kânî û aşxane hebû, bajovan wesayît kişande kêleke rê û em daketin bi çend metre em hilkişane jor ,wey limin jîyaneke cûda. Av mîne qeşayê, xwarin taze û bê hormon…Çayê qaçax taze û mîne qetran. Xebatkar hatin û maseyek jibon me amede kirin.Min hew xwe girt, jiwa pirsî ev darê çîye çime şewitî ne? Ku şer derdikevê ú firok tên bombaran dikin û agir bi çîyê di kevê û di şewitin,kesek jî na pirsê û na tefênê. ..
Ava kânîyê zelal,warê xweş û zayî bûne ke hêja.Lê şerê bi qirêj jîyan xistîye zîndan.Piştî wextekî em rabûn û meşîn, newal û çîye em di xistim çemberê de.wextekî baş rewingîtî berdewam kir.Piştî ku em derketin rastê. Minarê pênç yem xwûye kirin.Dema mîro bale xwe di dayê, dihat fahm kirin ku xemdarî hebû. Em ketin newale bajarê Bîdlîsî. Bajovan wesayît kişande cîkî mezbut. Em derbasî çayxanekê bûn û me çay vexwar û cixarekek me kişand.Gel gelek hûrmetkâr û ezîz bû. Min ku kedkâr rabê, xebat lazime, kêfa wî hat û bi kêf û eşq rabû. Em meşîn, mîne pire selatê cîyek derket pêşîye me.Teng û bilind û ezman xwûye dikê û erd windaye. Yek û derb mirovekî çekdar derket pêşîyeme, lê xem nekin,ne şîno bû. Ku cîyê hûn lê rawistin…!Kedkâr ku a ha…Min ku xêre hemşehrim,ma evder meydana harbêye û em ne qaçaxçîne, em diçin cem mezinê te û ew zanê, kâ ji kerema xwere jê bi pirs,heme tu yek û derb dibêjê, DURRRRRR…..!Ma emê çi durmîş bikin,mîne ku Amedî dibêjin, dema min wisa got bê himdî xwe kenî û ku werin. ..!Em meşîn û me bir cem mezinê xwe,leqa a li himberî “””T”” şer dikin.Li derî xist û ferman da ku kerem bikin,em xweş pêş wazî kirin û me himbêz kir.ku runin û neha hûn westîyane û çayê xwest.Min ku rêzde kezeba me qetîye, ku çime,min ku hâl û mesele ev bû, kenî û ku biburin, emir hesin qût dikê, me xwe dayî nasandin û ku ez wê zanim me hevdú li Elezîzê dîtibû. Rast digot me wî liwir zîyaret kir.Me çaye xwe vexwar û taqimek Ana Biritanîke ji me kirî û em li leqê gerandin me di nav sê seat’ta de 17 (Hivdeh)taqim me firoşt. Şûr simbêlê kedkâr ne di birîn…Xebata me kir gelek xweş bû û bûbû êvar.Em daketin jêre Bîdlîse Dîrokî, em çûne aşxanê û me bûryanê Bîdlîsê xwar,bi tâm bu û bi lez et bû. Piştî xwarinê em çûne Hotêlê. Em derbasî oda xwe bûn û piştî duşê min fîncanek nescafe dagirt û pênûs û defter min derxist û dest bi nivîse helbestekê kir…
…..ROJEK….
Ezê bibînim gelo?
Gelê min bibê yek…
Welatê min Azad bibê.
Xilas bibê ev koletî.
Bi sekinê ev xwîn..
Êdî talan ne bê Welatê min.
Rojek wisa heye gelo?
De ez bimînim ecêb.
..Welatê min perîşan.
..Gel bindest û faqîr.
..Nale nale dayîke,
..Zimanê min winda dibê.
..Ez dibim qewmekî din.
..Em dibin Faris û Ecem.
..Lê em Gel û welat’in.
..Rojek wê bê ev xilas bibê?
Berdewame…