Bi hevkariya hersê Partiyên Demokrat ên Kurdistanê, ya Iraqê, Tirkiye û Sûrî karî van astengên pratik û siyasî û heta redeyekî îdeolojîk derbas bibin û çiroska hêviyek nê pêbêxin..

Dara Bilek

Dîroka tevgara azadixwaz a Kurdistanê, dîroka berxwedan û tekoşînek mezine. Şoreşa Îlona pîroz sala 1970-ê encamek mezin destxist û li gel hukumeta Iraqê peymana 11-ê Adarê imze kir. Kurdistan bi awayekî azad bû.. Kurdan serkeftiyek mezin destxistin.

Lê hukumeta Iraqê dema keysê xwe anî û rewşa cîhanê û siyaseta navnetewî sala 1975-ê, kurd ji destkeftiyên wan dûr kirin û şoreşa kurd bi awayekî têkçû. Sala 1975-ê dema Iraq û Îranê çavderiya herdu hêzên mezin yên cîhanî (DYA û Yekitiya Sovyeta) peymana Cezayirê imze kirin, ji bo tevgera azadixwaz a kurd pêvajoyek din destpêkir. 

Qonaxek gelek  dijwar bû, cîhan dijê tevgera kurd bibû yekdeng. Tu mecala kurdan nemabû, kurdan destkeftiyên xwe winda kirin û hêviya kurdan têkçûn. Hêdî kesekî bawer nedikira ku dê li Kurdistana Iraqê cardin kurd bikaribin rabin ser xwe. Dema mercên cîhanî bi temamî dijê mirov be û hêvî têkherin rabûna li ser piyan cardin zehmete. Sala 1975-ê, ne tenê têkçûnek ji bo Kurdistana Iraqê bû, herweha şikênandina hêviyên tevgera kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bûn.

Dema  Partiya Demokrta Kurdistanê biryar dayî ku şer bisekinînin, Barzaniyê nemir di hevdîtinek ya xwe de, ji berpirsên hêzên pêşmergeyan re dibêje: “ Îro rewşa cîhanê eve, herkesekî pişta xwe daye me, lê siyaset her roj tê guhertin, di 6 meh din çi bibe em nizanin, ez naxwazim  di mercên îro de li ser berdewambûna şer israr bikim, ji bo qehremanên miletên me hemû neyên şehîd kirin, ji ber ku dema merc pêkwerin ew ji bo tekoşîna azadiya vî miletî pêwistin..“ Ev goatara Barzaniyê nemir bû hêviyek ji bo pêşerojê.

Sala 1976-ê  Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser daxwaziya Barzaniyê nemir serkirdiyatiyek demî(Qiyada Miweqet) pêkanî û dest xebata xwe kirin.Di wê demê de, li hemî derî, kurdan rexne li PDK a Iraqê digirt û taybetî Barzaniyê nemir bi tundî dihat tawanbar kirin. Dema têkçûna Şoreşa Îlonê kesekî xwe nekir şirîkê têkçûnê û li dijê PDK-ê û Barzaniyê nemir kampanyayên xirab hatin vekirin. Çepitî di nav kurdan de belav bû. Pîvanek ya çepitiya kurdan jî rexnekirina serokê netewî Barzanî bi xwe bû.

Tenê li bakurê Kurdistanê PDKT ê rojavayê Kurdistanê PDKS bi hemû awayî pişgiriya PDK  dikiran li gora zanyarî û imkanên xwe xwedîtî li barzanî dikiran û li birayên Xwe yên Başûr xwedî derketin.

Di qonaxek halê zehmet de, PDK a Iraqê (Qiyada Miweqet) dest xebata xwe kir. PDK a Tirkiye û PDK a Sûrî jî bi hemî awayî di vê qonaxê de mil dan xebata Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê û amadebûna şerek nû şerê azadiya Kurdistanê dikiran. Ji alikî ve amadebûna kar û xebata xwe dikiran û ji aliyekî de hewldidan ku,li dijê dezenfarmasyona  û derewan  bersiva rexneyên aliyên din yên Kurdistanî didan.


Di encam de li himber hemî astengan û bê imkaniyan 26-ê Gulanê 1976-ê di serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê de, kurdan ji Başûrê Kurdistanê çiroska destpêka Şoreşa Gulanê li herêmê û cîhanê ragihandin.

Herweha tê zanîn ku, di şoreşa Gulanê de fîşek a ewil ji aliyê hezek a PDKT ve hate teqandin. Hêja xwediyê Fîşeka Ewil a Şoreş a Gukanê saxe û bi şanaziyekî mezin behsa vê gava dîrokî dike.

Di wê qonaxê de asteng di rêya Şoreşê de gelek bûn û ya herî girîng astenga herî mezin di nav kurdan bi xwe de bû. Lê hevkariya hersê partiyên demokrat ên Kurdistanê, ya Iraqê, Tirkiye û Sûrî karî van astengên pratik û siyasî û heta redeyekî îdeolojîk derbas bibin. Cardin hêviya miletekî ya ku çilmisî, 26 Gulan a 1976-ê de şîn bû.

Qonaxa ji sala 1975-ê heta 1979-ê qonaxek gelekî girîng e. Konaxek berfirehe û belkî beşek mezin û taybet ya dîroka siyasî di vê qonaxê de veşartiye. Divê di vê qonaxê de her tiştên hatî nivîsandin û bûyerên bûyîn, ji bo dîrokê ronî bike bi awayekî bêne berhevkirin û tomarkirin. Lê niha ev konax ne babetê vê nivîsêye.

Di nirxandina Şoreşa Gulanê de babetek gelek girîng heye ku, piraniya caran tê ji bîr kirin, yan jî li ser nayê sekinandin. Gelo Şoreşa Gulanê berdewambûna Şoreşa Îlona Pîroz e, yan sala 1975-ê dema nekse çêbûyî Şoreşa Îlonê ji holê rabû û Şoreşa Gulanê bi serê xwe û taybetmendiyên xwe û herweha bingehê xwe yê siyasî û îdeolojîk Şoreşek ku ji Şoreşa Îlonê serbixweye? Ev ji bo zelalkirina dîrokê babetek gelek girînge. Pêwiste ku di nirxandina Şoreşa Gulanê de ev mijar bête zelalkirin.

Li gora baweriya min şoreşa Golanê, ne ji şoreşa Îlonê bi serbixweye. Berhemek yê şoreşa îlonê ye û berdewambûna vê şoreşêye. Ji ber ku bîr û baweriyên herdu şoreşan yekin, serokatiya herdu şoreşan Partiyeke. Dema Şoreşa Gulanê PDK-ê di nav xwe de tu guhertinên bingehîn yên îdeolojik nekirine. Başe dema serkirdiyatî yek be, îdeolojî yek be armanc û hedef yek be,ji bo çi wek du şoreşên ji hev cuda bêne nirxandin. Bê goman mercên siyaseta cîhanî û qonaxa ku Şoreşa Gulanê destpêkirî ji berê gelek cuda bûn. Lê cardin bingeh yek e û Şoreşa Gulanê  ne ji Şoreşa Îlonê serbixweye.

47 saliya şoreşa Gulanê li gelên Kurdistanê pîroz be. Pêwistiyek gelek  girîn li vê derê heye ku divê behsê bête kirin. Îro ew qadroyên serkirdiyatiya Şoreşa Gulanê û PDK a Iraqê dikiran piraniya wan dijîn û desthilata Kurdistana azad di destê wan deye. Gelo dema 35 salvegera  Şoreşa Gulanê tê yadkirin, cudabûna ku desthilatdariya şoreşê û desthilatdariya Kurdistana azad çewe tê dîtin. Pêwistiya ku hinek tişt car caran berbiçav re derbas kirinê tuineye? Dema ev yek bête kirin, mirov behtir dikare pêvajoya pêşiya xwe bibîne  û siyaseta dostahiyê pêştir bêxe. Di rojevê de.

47 saliya Şoreşa Gulanê ewil li wî kesê ku, fîşeka ewil teqandî herweha li hemû kesên ku , bi hemû awayî keda wan di destpêkirina vê şoreşê de heyî pîroz be. Salvegera Şoreşa Gulanê li gelê Kurdistanê pîrozbe.

Têbinî: Roja 24ê Gulanê 2023ê min li gel wî qehremanê ku fîşeka ewil teqandî hevdîtinek li devera destpşka Şoreşa Gulanê kir û me ew roja pîroz yad kir.

26. Gulan.2023

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: