Serokwezîr rolê Pêşmerge û hêzên çekdar ên Kurdistanê dinirxîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîneke berfereh ligel Pêşmerge, hêzên navxweyî û Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê encam da.Di civînê de Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de behsa rola ewlehiya Herêma Kurdistanê kir.Di wê derbarê de, destxweşî li Pêşmerge, hêzên navxweyî û Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê kir, ku bi qehremanî karîne berevaniyê li Kurdisatanê bikin û rê nedin aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê lawaz bibe, çi li bereyên şer û çi li parastina ewlehiya navxweyî ya Herêma Kurdistanê. Ev jî bi cihê rêz, pêzanîn û serbilindiya hermû welatiyên Kurdistanê binav kir.


