Cîhan

Serokê Fransayê Barzanî û Ebadî vedixwîne

Serokê Fransayê Emmanuel Macron destpêşxeriyekê pêşkêş dike û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Parîsê dicivin.Bîrmend û feylesofê Francî Bernard Henri Levy aşkere kir, Serokê Fransayê Emmanuel Macron amadehiya xwe nîşan da, bo destpêkirina guftûgoyan Barzanî û Ebadî vexwîne Fransayê û navbênkariyê di navbera wan de bike.Barzanî amadehiya xwe nîşan da û ragihand, ti demekê guftûgo û danûstandinan red nake û hêvîdar e Ebadî jî bangeşeya Serokê Fransayê jî qebûl bike.Bernard Henri Levy derbarê proseya dengdana referandûmê ya di 25ê Îlonê de civiyabû û çend pirs arasteyî Barzanî kiribû, naveroka axaftina xwe jî nivîsî bû û bi Îngilîzî û Fransî di medyaya cîhanê de belav kiribû.

Back to top button