Polîtîk
4. pêşangeha bazirganiya Îtalî li Hewlêrê vebû
Îro şemî bi beşdariya 100 kompanyayên biyanî 4. pêşangeha Îtalî li Hewlêrê hate vekirin û pêşangeh çar roj dom dike.
Kompanyayên ku beşdarî vê pêşangehê kirine zêdetir warên pîşesazî, bînasazî, kiştukal(çandin), hotel, rê û ban, teknelojiya kar dikin.
Hêjayî gotinêye ku Îtalya ezmûnekî baş li warê pîşesazî, bînasazî û van warên din de heye, Herêma Kurdistanê jî dikare di vî warî de sûd ji ezmûna vî welatî werbigre.
Li daxûyaniyek de Angelo Kespanî Sekreterê Giştî Pêşangeha Îtalî ragihand “Le salî 2007 ewe ta êsta 300 kompanyayî berhemhênerî Îtalî le Herêmî Kurdistan da kar deken, hengawîşman bew arasteyeye ke zortirîn jimarey kompanyayî Îtalî bêne Kurdistan kar biken, çunke derfetî karkirdinî têda heye”.