Polîtîk

4 parlementerên Goran îstifa kirin

Îro çar endamên parlamentoya Kurdistanê (Perîhan Qublay, Cafer Elî, Zana Reuf û Şaho Seîd) yên Fraksyona Goran  nameya îstîfakirina xwe ji karê parlamenteriyê pêşkêşî serokatiya parlamentoya .

Di vê derbarê de endamê parlamentoya Kurdistanê yê Fraksyona Goran Zana Reuf ji Rûdawê re got:

–         Sedemên îstîfakirina me: sîstema hizbî ya parlamento, bûyerên 17ê Sibatê yên li bajarê Silêmaniyê, destgîrnekirina yên teqe li xwepêşanderan kirî û nedadgahkirina wan û aloziyên Kurdistanê  ye.
 
–         Me îro biryara xwe ya dawî da û bi awayekî fermî nameya îstîfakirina xwe pêşkêşî serokê parlamentoya Kurdistanê kir.
 
–         Me biryara dawî daye û poşman nabîn, me biryar jî daye xanenişînkirina (teqawîd) me bi meaşê parlamenter qebûl nekin û vegerin ser karên xwe yên berê. Dr. Perîhan vedigere ser karê xwe yê doktoriyê, ez, Dr. Cafer û Dr. Şaho jî vedigerin zanîngehê û karê xwe yê mamostatiyê û xizmeta xelkê dikin, ji xeynê karê Tevgera Goran.

Tevgera Goranê li parlamentoya Kurdistanê xwediyê 25 û li parlamentoya Iraqê jî xwediyê 8 kursiyan e.

Back to top button