Civak

PKK zarokên Silêmaniyê dibe Qendîl

Serokê Lîcneya Navxwe û Asayîşê li Encûmena Parêzgarê Silêmaniyê ragehand ku, li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê û Helebce PKK bi awayeke nehênî zarokan dişîne Qendîlê.Serokê Lîcneya Navxwe û Asayîşê li Encûmena Parêzgarê Silêmaniyê Dana Şehîd Ceza ji BasNewsê re ragehand ku, çekdarkirina zarokan ne yasayî ye, herwiha pirsgirêkên civakî dirûstdike û malbatan ji hev dixe.Serokê Lîcneya Navxwe û Asayîşê li Encûmena Parêzgarê Silêmaniyê Dana Şehîd Ceza da zanîn ku, ew zarokê kêmî 18e salî dema direvin poşman dibin û malbatên wan daxwaza zarokên xwe dikin, aşkere kir ku, PKK bi ti awayî ne amede ye zarokan radestî malbatên wan bike.Herwiha Serokê Lîcneya Navxwe û Asayîşê li Encûmena Parêzgarê Silêmaniyê hêvî dike ku, ew halet nebe diyardiyek, danûstandin ligel dezgehên Asayîşê kir daku, çavdêriya sînor zêde bikin taybet jî ew navçeyên PKK lê cihgirtine, daku, rê nedin karê bi vî awayî dubare bibin.
Back to top button