Kultur

37 sale dersa kurdî li Swêdê heye

 

Ji sala 1975ê ve li dibistanên Swêdê dersa kurdî wek zimanê zikmakî tê dayîn. Swêd di cîhanê de welatê yekem bû ku kurdî lê wek zimanê zikmakî di dibistanan de hat dayîn. Di nav van salan de bi dehhezaran zarokên kurdan li Swêdê dersa zimanê zikmakî dîtine. li Swêdê dikin.

Reşo Zîlan yek ji wan mamosteyên destpêkê bû ku li bajarê Uppsala li Swêdê di sala 1976ê de dersên zimanê kurdî dide. Zîlan radigihîne ku li gor qanûna Swêdê tu astengî nebûn, lê piştî ku dewleta tirkî pê hesîya ku li Swêdê dersa kurdî tê dayîn wan li xwe nexweş kirin. Tirkiyê ji rayedarên Swêdê re nerazîbûna xwe nîşan dide bê çawa ew dikarin bi “zimanekî tune” dersê bidin. Tirkîye dersdayîna kurdî ya li Swêdê li hember hêminiya xwe ya netewî xeter dibîne.

Lê dersdayîna kurdî li dibistanên Swêdê ranaweste ev 37 sal in ew berdewam e. Serredaktorê malpera Dibistana Kurdî Haydar Diljen rola dersên kurdî pir girîng dibîne.

Di destpêka perwerda kurdî de zehmetîyên mezin hene, lê gav bi gav perwerda kurdî di nav van salan de ber bi pêş ve çûye. Di nav van salan de gelek pirtûkên perwerdê yên bi kurdî hatine nivîsandin û li gor îstatîstîka Daîreya Giştî ya Dibistanan, halê hazir li Swêdê derdorê 11 hezar şagirtên ku kurdî dixwînin hene. Ji tevaya zarokên kurdan ji %65 dersa kurdî dibînin, ji van %57 kurmancî û ji %76 soranî dixwînin.

Haydar Diljen dide zanîn ku xwendina kurdî li gor gelek zimanên din pir bilind e. Lê tiştek ku kifş dibe ew e ku grûbên ku jîyana wan ya li Swêdê kin e, zimanê xwe yê zikmakî bêhtir dixwînin.

Zimanê zikmakî ev du sal in wek dersek sereke nayê hesibandin. Hem Reşo Zilan, hem jî Haydar Diljen vê wek pirsgirêk dibînin. Lê li gor Diljen hin sedemên din yên pir girîng hene û faktora herî girîng jî mamoste bi xwe ye.

Dema ku behsa rewşa îro û zehmetîyan dike Haydar Diljen herwiha pir li ser pirsgirêka materyalan disekine û wek mînak dibêje romanek bi kurmancî ku xîtabî şagirtên 16-19 salî bike tine.

 

Zayele/Beşîr Kavak

 

Lyssna: Kurdî li Swêd“>Guhdarî bike

 

Back to top button