Civak

Barzani ji bo serxwebuna Kurdistanê xebat kir

M.Emin Kardas, serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye bi minasebeta 38 saliya koça dawî ya Barzaniyê nemir daxûyaniyek ragihand.Daxûyani:Mistefa Barzanî ji berî niha 38 sala ji nava me koça dawî kir. Barzani bi xebata xwe ya zarokî heta dawiya jiyana xwe ji bo destxistina mafê rewa yê neteweya kurd tekoşîn da. Barzanî di hemû qonaxên xebata xwe de ji bo kurd û Kurdistanê şerê azadiya miletekî da.Barzani bo sembola berxwedana neteweyekî. Hêdî barzani û Kurdistan bi hevre ket di nava literature siyasî de.Mistefa Barzani li kûderê bûya , çewe bûya Kurdistan armanca wî ya sereke bû. Her demi di xebata xwe de yekitiya miletê kurd ava dikira.Îro roja ku beşek yê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve diçe yad kirina Barzaniyê nemir behtir vê pêvajoyê ber bi pêşve dibe. Dema mirov Barzanî baş têbigihe, mirov li ser xetek netewî û ji bo destkeftiyên netewî behtir doza xwe jî serast rêve dibe.Rêbaza Barzani ji bo, dirustiye, pêkanîna yeketiyek netewiye û xebat kirin di rêya serxwebûna netewekî de ye.Rêya me rêbaza Barzaniye.Em 38 saliya koça dawî ya rêberê tevgera azadiya Kurdistanê , Barzaniyê nemir bi rêz yad dikin. Felsefa Barzani rêya me ya siyasetê û kurdewariyê roni dike.Her dema Barzani bi bîra mebe , emê bi duristî kara û xebata xwe rêve bibin..01.03.1917M.Emin KardaşSerokê PDK-T

Back to top button