Naveroka peyama serokwezîr bo Viyan Dexîl
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahiyê li Viyan Dexîl endama parlamentoya Îraqê dike ku roja çarşema borî li Kogresa Amerîkayê bi xelata Lantose hat xelat kirin.Ev li jêr teksta payama serokwezîr:Birêz xatûn Viyan DexîlEndama parlamentoya Îraqê li ser fraksyona Partiya Demokrata KurdistanêSilav û rêzEz ji dil wergirtina xelata Lantose bo mafên mirovî li we yên birêz pîroz dikim. Xelatkirina we yên birêz bi vê xelatê ji aliyê saziya Lantose ya ji bo mafê mirozî û dadperweriyê, qedirgirtina rola we ya diyar û ber bi çav ya ji bona bergirîkirin ji mafên mirov û dadperweriyê ye, bi taybetî bergiriya we ya bê hempa ji mafên xûşk û birayên êzidî û xebatên we yên berdewam ku êş û janên wan bi civaka navdewletî bigihînî û, herwesa, bergirîkirin û parastina mafê zarok û jinan û alîkarîkirina wan, û xebatên we yên ji bona rizgarkirina ew xûşk û bira û zarokên êzidî ku hêşta di destê terorîstan de mane ye.Hêvî dikim di kar û xebatên xwe de serkeftî û berdewam bî ku, em û hemû mirovperwer û nawendên mafê mirov û dadperweriyê qedir û hûrmetê ji wan çalakiyên we re digirin û ji bona serkeftina vê peyama mirovî, ji bo hemû piştgirî û piştevaniyê em amade ne.Careke din pîrozbahiyê li we dikim û hertim serkeftî bin.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê14.02.2017Weke tê zanîn Viyan dexîl kudeke êzidî ye û li ser lîsteya Partiya demokata Kurdistanê endama parlamentoya Îraqê ye. Roja çarşema borî, ew ji aliyê Kongresa Amerîkayê ve bi xelata Lantosê hat xelat kirin. Ev xelat ji wan kesatiyên cîhanî re tê dan yên di warê mafê mirov û dadperweriyê de çakaliyên bijarte encam didin.