Cîhan

Heleb bi temamî ket di bin kontrola rejimê de

Bajarê Helebê bi temamî kete di bin kontrola hêzên rejima Suriye de.Beşek mezin ji bajarê Helebê di bin kontrola opozisyona Suriye de bû. Di nava opozisyonê de grubên cuda hebûn. Her grubek bi serê xwe bû.Di dema dawî de rejima Suriye, Rusya û hêzên Îranî bi tundî êrîş birin li ser Helebî. Ji heva de balefirên rejimê û Rusya rojane bi seetan Heleb bombebaran dikiran. Ji bejê jî hêzên Rejimê, yên Îranê, Hizbillah a Libnanê û carcara leşkerên Rusya jî êrîş dikira.Bi hezeran sivîl hatin kuştin, jin û zarokan rojane jiyana xwe ji dest dida. Heleb bibû cihê trajediyek mirovati.Çend caran agirbest hate ragihandin lê qet neçû serî. Herî dawî li hevhatina Rusya û Tirkiye biryar dan ku grubên opozisyonê ji Helebê derkevin. Herweha bi vê yekêve girêdayî rê rê vebê ku  sivîl jî bajêr biterikînin.Li gel hinek astenga jî ji roja 15.12. 2016ê heta niha  45 hezar sivîl hatin derêxistin. Piraniya wan û hêzên opozisyonê birin devera Idlibê ku di bin kontrola opozisyonê de ye.Heleb bi temamî kete di bin kontrola rejimê de. Bajar piranî wêran bûye.Dema sivil ji bajê dihatin vale kirin çend caran rastî êrîşên grubên  girêdayê rejimê dihatin û piranî hêzên Îranî êrîşê karwanê otomobilên sivila dikiran di vê prosesa valekirina Helebê de 18 kesên sivîl hatin kuştin.

Back to top button