Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê pêşwazî li şandeyeke parlamenterên hemû aliyên siyasiyên nav parlamnetoya Birîtaniyayê, grûpa piştgiriya Herêma Kurdistanê, bi serokatiya parlamenter Jack Lopresti kir.Şandeya mêvan çakî û mêrxasiya xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna terorê, pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penabrên destê terorê û dabînkirina pêdawîstiyên sereke ji wan re bilind nirxand. Herwesa behsa aramî û pêşkeftinên herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê civakî û parastina mafê jinan de kir û ew yek jî ji bo siyaset û berçavroniya hikûmeta Herêma Kurdistanê vegerand.Şandeya parlamenterên Birîtaniyayê go ku ew hatine herêma Kurdistanê da lêkolênê bikin ka Birîtaniya dikare di çi warekî de hevkariya Herêma Kuridtanê bike bi taybetî di warê êkonomî de û hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê ji hemû kirîzan derbas bibe û di demek zû de vegere ser rewşa xwe ya berê. Operasyona azadkirinaMûsilê û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê û hevpeymanan de û rewşa eniyên cenga dijî terorîstên DAÎŞdi civînê de hatin nirxandin. Wê şandeyê tekîd li ser berdewamiya têkeliyên navbera Hewlêr û Londonê kir.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya piştgirî û hevkariyên Birîtaniyayê yê di warê leşkerî û însanî de bo herêma Kurdistanê kir û got ku têkeliyên Herêma Kurdistanê û Birîtaniyayê dîrokek dêrîn heye û di hemna demê de kar û çalakiyên parlamenterên grûpa piştgiriya Herêma Kurdistanê li parlamentoya Birîtaniyayê ku berê pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine bilind nirxandin.Serokwezîr got ku hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê hene û tê çaverêkirin ku ji ber operasyona azadkirina Mûsilê û derdûra wê zêdetir koçber ber bi herêma Kurdistanê bên û ev yek jî dê barê hikûmeta Herêma Kurdistanê girtantir bike û divê di vî warî de civaka navdewletî bi wezîfeya xwe rabe.Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re behsa rewşa pêkhateyên Deşta Neynewayê, bi taybetî êzidî û mesîhîyan kir û got ku divê hemû alî bi hev re hevkar bin daku paşeroja wan pêkhateyan parastî be û bawerî payda bibe ew vegerin ser mal û mikên xwe û deverên wan bên avakirin.