Asayişa Kurdistanê teroristek xwekuj ji berî teqînê girt
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand ku, wan li Parêzgeha Duhokê bi hemahingî ligel hêzên Parastin planek terorîstî pûç kirin û terorîstê ku dixwest xwe di roja dawî ji Remezanê xwe di nava bazarekê de biteqîne destgîr kirin.Deqê Daxuyaniya Encûmana Asayişa Herêma Kurdistanê:Daxuyaniyek ji Encûmena Asayişa Herêma KurdistanêSibeha Îro 4 Hezîranê, di operasyonek hevbeş de dinavbera Hêzên Asayiş û Hêzên Parastin li Duhokê, têrorîstekî xwekuj ser bi çekdarên DAIŞê ve hate destgîr kirin û qayişa wî ya bombekirî hate pûçkirin û hejmarek teqemenî jî hatin desteser kirin.


