2'ê Adar
2’ê Adar
Di sala 1950’an û di rojekî wekê îroyê de darizandina berpirsyarê bûyera 33 gullê yê Mustafa Muglali bi dawî hat. Muglali ji aliyê Dadgeha Bilind a Leskerî ve 20 sal cezayê zindanê hate mehkum kirin.
Di 30’ê tîrmeha sala 1943’an de bi fermana Mustafa Muglali li Qerqeliyê 33 gundyên Kurd bi awayekî hovane hatin kuştin.
Di 28’ê tîrmeha 1943’an de 40 merivên esîra Mîlan bi îddîa li ser sînoran qaçaxçîtî kirine, ji gundên wan hatibûn gerten û hatibûn darizandin. Di dadgehê da, ji vî çil kesî tenê pênc meriv ji alî dadgehê ve tewanbar hatibûn dîtin û avêtibûn hundir, her çiqas bê tewaniya ên din tê hatibû dîtin û berdabûn jî, Orgeneral Mustafa Muglali hatibû navça Özalpê, ferman dabû ku ev 33 gundî bên girtin, û li ser sînor bên gulle kirin.
Li ser bicihanîna “fermanê” ya ji alî leskeran ve, 33 Kurdên ku tu sûcekî wan tunne bû, bê pirsiyarî li ser çiyayekî hatibûn gulle kirin; di nav da yekî ku kustî hatiye hesibandin û li wir hatiye histin, bi birîndarî reviyabû Îranê, li ser vê bûyer hatibû bihîstin.
Ji bûyerê haydarbûna raya gistiya Tirkiyayê û destpêka dadgehkirina Mustafa Muglali ancax ber bi dawiya desthilatdariya sazûmana yek partîtiyê, di sala 1949’an da pêk hatibû.
Di 11’ê rezbera sala 1949’an de dest bi darizandina Mustafa Muglali hat kirin, Di 2’yê adara sala 1950’an dadgehê 20 sal ceza dayê. Biryar ji alî Dadgeha Bilind a Leskerî ve hat betal kirin û ji nû ve darizandina Muglali hat rojevê, lê berî ku darizandin dest pê bike di 11’ê rêbendana sala 1951’an de li girtîgeha ku tê da dima mir.
“Bûyera 33 Berik” di serê gelê kurd da wek mînakek ji mînakên herî berbiçav ên ramyariyên qirr kirinên berî dayêne cih girt. Va qirkirina’ê bibûya çavkaniyek mafdarbûna tevgera netewî, û ew dê nifs bi nifs bihata gotin.
“Bûyera 33 Gulle” ji aliyê helbestvanê kurd Ahmed Arîf ve bi helbestî hatiye hûnandin û sahberhemek wejeyî ya nahletê li vê bûyerê dibarîne derketiye holê.
Her wiha hûnermendê navûdeng Ciwan Haco jî li ser bûyera 33 gulleyê stranekî amade kiriye.