Koartinatorê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Serhat Mêrdînî di Facebook a xwe de ji bo ciwanên Kurdistanê û herkesekî bawerî li rêbaza kurdeyatiyê heyî bangek belav kir.Mêrdînî bengî lawên Kurdistanê dike û dibêje: Bangawaziya min bo hemû ciwanên/gencên/lawên Kurdistanê û bi taybetî ewên kû baweriya xwe bi rêbaza pîroz a Kurdayetiyê anîne;Devji mesûl/berpirsiyarên erkên xwe bi cih naynin berdin, ez zanim tu hêviya we bi wan nemaye, bes ji bîr nekin me bi milyonan şehîdên qehreman di vê rê de dane. Şehîdên xwe ji bîr nekin! Divê em layiqê wan bin. Nabe em li çav mesûl û berpirsên bêbawer bikin û bêhêvî bibin. Em birayê hevin, qedera me yek e, welatê me yek e, zimanê me yek e…Derdê me girane û dermanê welat emin, mesîh emin, Mehdî emin! Emê Kurdistanê azad bikin.

Werin em dest bidin yek, hemû mesûlên bêbawer bidin aliyekî û dest xebata nû bikin, li ser rêbaza pîroz a Kurdayetî.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: