Polîtîk

Heyeta PDKÊ serdana HDPê kir

Heyeta PDKê ya ku tevî kongreya AKPê bibû, li Enqere serdana HDPê jî kir.Di hevdîtinê de tercuman hate karanîn.. Şandeyekê ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya sekreterê polîtbîroyê Fadil Mîranî serdana baregehê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir, Mîranî tekez kir ku, xebata Qendîlê aliyekî xebatê bû, niha jî pêwîstî bi xebata aştiyane heye.Şandeya PDK, bi serokatiya Fadil Mîranê û endamtiya Sefîn Dizeyî, Ehmed Kanî û Hêmin Hewramî bû.Mîranî balkişande ser wê yekê jî ku, gelê Kurd şerê tu kesî nekiriye, lê gelek alî şerê wî dikin, dilgiraniya xwe jî ji şerê ku li Tirkiyê derketiye anî ziman.Fadil Mîranî tekez kir ku, di pirsên niştimanî de, PDK ti cudahiyekê naxe navbera partiyên Kurdî û em piştgiriya mafên miletê xwe li cihekî û di her rewşekê de dikin.Mîranî ji berpirsên HDP re got ku, nabe şer di navbera HDP û AKP de derkeve û pêwîste ew bajarên xwe biparêzin, tekez kir jî ku, wan ew name radestî AKP jî kiriye û dê ji CHP re jî bibêjin.Sekreterê polîtbîroya PDK got jî ku, diviyabû HDP ligel AKP hikûmet pêkanîba, ji ber ku wê yekê dê serketina proseya aştiyê garantî kiriba.Di wê hevdîtinê de nameya PDK radestî HDP hat krin, Mîranî ragehand jî ku, peyame me ewe ku têkdan hesan e lê avakirin zehmet e. Hişê siyasetê lojîke û yê hêzê jî çek e, rêya rast jî ewe ku bi hişê siyasetê em arîşeyên xwe çareser bikin. Em hez dikin ku xebata we ya siyasî têkelî xebata leşkerî nebe.Mîranê amaje bi serdanê kir û got ku, wam bi pêwîst zaniye ku serdana HDP bikin, ji ber ku kes nikare wan ji hev cuda bike û xwîn jî nabe av. Wek PDK jî kes nikare hesta Kurdayetî û neteweyî ji me bistîne. 

Back to top button