Îroj

Ihsan Nuri Paşa

25’ê AdarDi sala 1976’an û di rojekî wekê îroyê de rêberê leşkerî yê serhildana Çiyayê Agirî û  endamê damezrînerêk Xoybûnê General Îhsan Nûrî Paşa li Tehranê bi qezeyekî trafîkê çû ser dilovaniya xwe.Komara Agiriyê yan Komara Araratê (1927-1931) yek ji dewletên Kurd ên dîrokî ye. Di pêvajoya Serhildana Agiriyê de ji aliyê tevgera Kurd ve hatiye îlankirin.Gelê Kurd piştî têkçûyîna Osmanî wekî gelên din li azadiya xwe digere. Gorî peymana Sevrê mafê Kurd û Ermeniyan ên dewletbûnê ji aliyê Osmaniyan ve hatibû pejirandin. Lê di praktîkê de Tirkan nedixwastin Kurd bibin xwedî dewlet û ji bo wê jî çi ji destê wan bihata dikirin.Bi şikestina tevgera di bin pêşengiya Şêx Seîd re, navenda doza azadiya Kurdistanê bû Agirî. Serokê Kurd Îhsan Nûrî Paşa tevger û şereke nûjen dida û roj bi roj Kurd berî bi serkeftinê dibûn. Tê zanîn rêxistina Xoybûnê serhildan birêvedibir. Xoybûn îlankirina Komara Agiriyê (li Ewropa Komara Araratê dihate binavkirin û pirranî wisa tê zanîn) bi fermî kir. Komar dê sazûmaniyeke demokratîk avabikira û Kurd û Ermenî di nava dostanî û têkildariyê de bijiyan.Bro Heskî Têlî (Îbrahîm Heskî) bû serokê birêvebiriya avakirina hikûmetê û karên sîvîl. Herwekî Temir Axa wekî serokê artêşê û berpirsiyarê birêvebiriya avakirina karên leşkerî hate peywirdarkirin.Bi alîkariya YKSS, Brîtanya û Îranê hêza Kurdan hate şikestin û serhildan têkçû. Lê heya sala 1931’î ala Komara Agiriyê her dihate pêldan.Wek tê zanîn, Îhsan Nûrî Paşa rêberê navdar ê gelê Kurd di serhildana şoreşa Agirî bû ku di salên 1927-1930 an de bizavekî çekdarî li dijî hikûmeta Turkiyê rêve bir. Navhatî di heyamê sê salan de karî herêma serbixwe ya Agirî di devera Bazîd û Agirî de dabimezrîne, lê bi sedema hevkarîkirin dewleta wê demê ya Îranê tevî Turkiyê, Şoreşa Agirî hat hilweşandin.Îhsan Nûrî Paşa, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat girtin û bo bajarê Tehranê hat dûrxistin û heya dawiya temenê xwe her li wir ma.Li paş şikestina şoreşê, ew li Îranê bû penaber û heta dûmahîya jiyê xwe li Tehrana paytexta Îranê ma. Ew bi rûdaneka erebeyê (tirombêlê) çû ber dilovaniya Xwedê.Marşa Netewî ya Şoreşa Agirî jî ev bû:Agirî, Agirî tu agir bûyîLi nav ketî, serbilind bûyîLi ser Kurdistanê çira bûyîHilbe Agirî, hilbe agirî

Back to top button