20 salvegera Şehadeta Av. Şewket Epözdemir
Ev nameya min a Şehîdan ya çendê ye, qenc nayé bîra min. Baş dizanim ku piştî şehadeta birayé miné ezîz û héja, Av. Şewket Epözdemir, ku roja 26.11.1993 yé ji terefé dewleta nijadperest û Kemalist va li Tetwané hate qetilkirin, piştî wé karesaté 3 sal di ser da derbaz bûn; paşî desté min qelem girt û min karî nameyek ji Şehîdé xwe ra, ji ezîzé xwe ra binivisînim.
İsal, ev sala 2013 yé, 20 salén Şehadeta Şewket qedîya. Min nîyete ku bi vé nameyé paşî li name û gazin û gilîyan werînim, ta ku Kurdistana bakûr azad bibî û bighéje statuya xwe ya federal. Wé gavé ezé ji Şewket ra û ji hemû şehîdén Kurdistané ra MİZGÎNNAMEYEK reş bikim û dilé şehîd û egîdan Kurdistané bi wé mizginnameyé xweş bikim … Ji federalîyé kémtir bî hewce nake ku em navé wé gavé danine azadî … Lewra şehîdén me nayéne xapandin …
Sala 1993 yé. Sala gumana aştîyé û wéranbarkirina Kurdistané ye. Biréz Turgût Ozalé Rehmetî, Biréz Celal Telebanî û Parlamenterén Kurd di Bahara 1993 yé da şand cem Seroké PKK yé biréz Ocalan; rîya aştîyé da vekirin û PKK yé biryara agirbesté girt, lé qeweta Özal bi dewleta tarî û qiréj neket; ergenekoncûyan aştîyé zivirandine komkujî û wéranbarkirina Kurdistan ê. Di wé salé da, saleke reş û tarî li me dest da.
Sala ku dewleta Tirk resmen dest bi teröré kir û bi hezaran ronakbîr, rewşembîr, xwendevan û welatparézén Kurdistané bé perwa û bé qanûn qetil dikira, gundan dişewitanda, bi balefiran ji asimanan bimbeyan bi ser Kurdan va dibaranda ev sal bû.
Di dinyayé da, di xilazîya sedsala 20é da, dewletek ku di ittifaka NATO yé da bî, berendamé Yekîtîya Ewropayé bî, di Yekîtîya Miletan da cih girtibî û dawa Misilmanîyé û insanîyé bike û bi top û tang û balafiran, bi çek û sîlehén nûjen li welatîyén xwe bixe, şeré nav xwe bike, bi hezaran gundan kavıl bike, bi milyonan kurd koçber bike, ji 17000’an béhtir li ser navé “ Faili Meçhül” nîvé naverojé bide kuştin û windakirin û bikaribe navé teroré dané ser Kurdén mezlûm û mexdûr û ev dinyaya kerr û kor û géj temaşe bike û kes guhé xwe nede hewar û fîgana 20 milyon mezlûman … Gelo ji xeyrî Kurdan tû miletek vé qehré kéşa ye? Gelo ferqa vé zilmé û zordariya Seddam û ya Hîtler çî ye ?
Sala 1993 yé Fermané Kurdan rabibû. Çewan ku Osmaniyan di salén 1895 û 1915 yé da fermana filan rakirin, komara gemara kemalîstan jî bi fermî li hafa çavé dinyayé fermana Kurdan ji zirweya bilind, ji Siléman Demirel, Tansu Çiller, Doğan Güreş, Mihemed Ağar û hemû hézén dewleta bébext û qellaş komkujîya Kurdan ilan û beyan kirin û navé vé komkujîyé danîne ‘Faili Meçhül’ … Vî navî, navé “faili meçhul” dewleta tarî icad kirî ye … Yané 17.000 kesan qetil dikin û dibéjin ne kifşe ka kî vé komkujîyé kir … ango ne diyare kî vé komkujîyé dikin.
Ev buyer ne mechul e. Îro perde ji ser birrek meselan rabû ye. Roja péşîn jî herkesek dizanîyan ku dewleta tarî û qiréj û gemar vé komkujîyé li dar xistîye û bé tirs û bé perwa li hafa çavén alemé vé xedré li mileté Kurd dike; lé, di sala 1993 yé da Jitem û ergenekon û balyoz û bébextî û bé Xwedayîya artéşa tirk hé deşifre nebi bû. Îro hertişt derketîye ser berik é. Péwîste di vé pévajoyé da ku pévajoya aşitiyé ye, divé ku hikûmeta AKP yé çewan ku perdeyé ji ser 28é Şubaté, Balyoz û Ergenekoné rakir, her wisa jî bila perdeyé ji ser ‘Failén Dewleta Tarî’ rak e.
Ergenekon û Jîtem û çeteyén dewleta tarî ji ber ku hindek biryaran girtine ku hikûmeta AKP yé ji holé rakin û ji iqtîdaré bixin biné hikmé xwe hatin deşifrekirin û darizandin. Lé belé ew qetil û qitûla ku wan bi Kurdan ra kiribûn héna jî té veşartin?
Ew fermandarén ku di dijé AKP yé danin , téne darizandin lé; ew fermandarén ku dinya alem dizanin qatilin û di biné perda Misilmanîyé da qetilxwînan li dar xistine herweka ku kuştina Kurdan mubah be, dengén xwe ji wan ra bilind nakin.
Xweda dizané, mileté Bedlîs û Tetwan û Hîzan û Norşéné jî giş dizanin û hikûmeta AKP yé jî baş dizané ku qetilkirina Av. Şewket Epözdemir, Rojnamevan Ferhat Tepe, komkujîyén 1992-93 û 94’an li Bedlîs û hawîdor, şewitandina gundan û zilm û zelaleta ku hatîye kirin, bi carek berpirsiyaré wan buyeran Korkmaz Tağma ye. Tatvan Tuğay Komutanı Korkmaz Tağma, li ser navé Misilmanîyé, di biné perda dîndarîyé da, bi îddîâya ku mileté wé herémé hemû Ermenî’ne, çi tiştén ku ji desté wî hatibî kir û zilma wî jéra ma.
Gelo ferqa Korkmaz Tağma û Velî Küçük çî ye? Nîyeta wan, hereketé wan, zilma wan da çi ferq hey e? Herkes dibéje ku Korkmaz Tağma Cemaetçî ye. Eger ku Korkmaz Tağmay neyéte mehkemekirin wé cematçî jî pé ra bilewitin. Hevalén zaliman zalimin. Eger Korkmaz Tağma Cemaatçî be, Cemaat jî dibe şirîké vé qetil û qitûal é. Lewra zilma ku Korkmaz Tağma li Tetwan û Hizan û Norşén û Xelaté kir, ancax çeteyén Ermeniyan ango artéşa Urusaté vé zilmé li Kurdan kiribin. Fırqa Korkmaz Tağma û Topal Osman ango Mustafa Muğlalı nîn e. Ha qatilé Tetwan ha komkujé Gelîyé Zîlan. Kurd tûcar û tû wextî zilma Tağma ango Korkmaz Tixa jibîr nakin. Ferqa îmaja Korkmaz Tağma û Veli Küçük li ba Kurdén mezlûm nîn e.
Ez dizanim ku edalet ne li Tirkîyé û ne jî li dinyayé şîn nebu ye. Ku edalet hebuya gava me mehkeme vekir hema weka salek téda neçu İdare Mehkema Bajaré Wané Dewleté mehkum kir lé DANİŞTAY a Kemalist çend salan bir û anî, paşî wî qerarî betal kir. Piştî hingé eva 15 salin AİHM ya Ewropa yek carek li ser çend pûlan léborîné xwest, lé em bi pul û pereyén wan nexapiyan me xwest ku bi rastî heq û edalet tehakkuk bike û bé cih. Me xwest ku mehkeme béte domkirin.
20 sal, di zemaneke dûr û diréj da ku kuştineke li ber çavén alemé û buyereke ku sala 1993 yé li Kurdistané, li bajaré bedlîsé qewimî be, digel ku di AİHM yé da bi sedan mehkumiyetén dewleta tarî û genî emsalin, lé ev mehkeme çewan mehkemeye ku vé meseleyé digevizîné?
Ji ber vé yeké hiqûq û heq ancax ku milletek xwe bi xwe îdare bike dikaré icra bik e. Ew jî bi şerté ew hikûmet bi rastî adil bî. Di dervayé vé da ez bi edaleta vé dinyaya ku hevalbendé zalimane hiç bawer nakim. Ku edalet li dinyayé hakim buya wé bo çî 40 milyon Kurd bindest buyan û di biné hikmé çar dewletén nijadperest da biman a. Ma dinya kore?
Ji ber vé yeké, çî qeder baweriya min bi Danıştaya Tirkan heye, hewçend bi AİHM ya dinyaya – ji xwe va – modern hey e. Ha dinya modern ha dinya tarî.
Birayé min carcaran digota ra “- Abé ev hiqûq nîne ‘hu gu’ ke.” Bi rastî bina genî ji edalet û hiqûqa cimhuriyeta millîtarist té. Ew hiqûqa ku mileté meriv pé bawer nebe, gelo çewan dibe hiqûq. Hiqûqa ku eva 90 salin dibéje Kurd nînin, mafén wan nî ye. Hiqûqa ku şehredar û bijarteyén Kurd di hepsan da weka ésîr û rehînan bigiré, hiqûqa ku ji terefén sedhezaran va bétin bijartin û wan ji zîndanan bernede, hiqûqa ku teraziya wé ya vijdanî û merivanî nebe, hiqûqa ku li gora dilé Kenan Evren be, hiqûqa ku eva 90 salin vé dewleta zalim hemû guneyén xwe, cirm û cinayetén xwe pé parastîye û her gotine “ biz hukuk devletiyiz” meriv dikare jé ra béje hiqûq ?
Eré, Şewketé bira, Şehîdé Tetwan, te dizaniya ka hiqûqa vé dewleté çî ye. Lé madema ku di navbera salén 1980 yé û 1993 yé ihtiyaciya Welaté Rojkan, welaté Şeref Xan, bajaré bedlîsé bi navçeyén xwe va bi te hebû, te jî hewl dida ku wan ésîrén girtî rojeke zû ji biné işkenceyé rixgar kî. Te vé yeké bo xwe kiribû armanc. Hé salén 1950’yan, gava ku te li Erğené dixwenda, te digota: “- di her pozisyonî da, di her şertî da divé ku meriv weka mumek xwe bişawitîné û ronayî bide dor û terefé xwe.”
Birayé miné héja!
50 salan em bi hevra jîyan. Ji sala 1958 é heya 1993 yé 35 sal bîr û bawerî û ramana me hîç ji hev cuda nebû, rojek ji rojan minaqeşeyek nekete nava me. Tû kes nikariya madé xwe ji te bikira. Lewra ruyé te ji herkesîra geş, madé te di her zemînî da xweş bû. Piştî şehadeta te gelek tişt hene ku héjayé gotiné ne, lé tené ezé li ser wefadarîya Tetwaniyan mizgînîyek bidime birayé xwe ku ev mizgînî héjayé gotiné ye.
Tetwanîyan, xizmetén te, emega te, jibîr nekirine. Heya niha kîjan Tetwanî rastî min hatibin rehmeté ji tera daxaz kirine û behsa qencîyén ku bi taybet te bi wan ra kiribî anîne ziman. Seré min disekiné ka çewa te karîyé xwe bighéjînî vé menzîlé ku dilé hewçend insanan xweş bikî û bé feyde, bé pûl û pere û menfaeté şexsî xizmeta hewçend merivan biki. Xizmeta te ya di waré hiquqé da, di xizmeté Beledîyeyé da, pirsgirekén komelî da, di waré mafén insanan da, di gazî û hewara xelkén wé herémé da, bé nazî û bé minet, te xwe ji xizmeta tû kesî nedaye paş û xizmeta herkesî bi ruyeke geş û moraleke tér û dejî kirîye û dilé insanan xweş kirî ye.
Tetwanî vé yeké li her derî tînine ziman; ji rihé teyé ezîz ra rehmeté dixwazin. Ev yeka ha şadeyî dide ku tû jî weka hemû şehîdén réka azadîyé di nava Nura Heq da li Cenneta rengîn î. Piştî miriné ku xelq bi giranî ji yekî hezkirin û dûa jéra kirin, bé şibhe Xweda jî ji wî merivî hez dike û lé di nava xufrana xwe ya bilind da diparéz é. Ez bawerim ku tû bi rastî dosté mezlûm û ketîyan bûyî, Ji ber vé yeké cîyé te li ba bijarte û qenca ye. Tû di dilé min da, di dilé bira û pismaman da û di dilé nas û dost û hevalan da gelek û gelek ezîzî Şewket…
17.11.2013 – Ankara
Keké te, hevalé te û şagirdé te
Şakir Epözdemir