PolîtîkRojev

2 senaryo li pêş Dadgeha Federal in!

Parlamentera PDKê li Parlamentoya Iraqê, dibêje ku Dadgeha Federal a Iraqê derbarê daxwazên Tevgera Sedir a ji bo hilweşandina Parlamentoya Iraqê de 2 senaryo li pêş in, ku ya yekem nabe û ya duyem jî egera pêxistina şer heye.

Li gor çavdêr dibêjin di demekî nêzîk de Dadgeha Federal a Iraqê dê biryarê derbarê daxwazên Tevgera Sedir ên ji bo hilweşandina Parlamentoya Iraqê û encamdana helbijartina pêşwext de bide.

Vê derbarê de Parlamentera PDKê li Parlamentoya Iraqê Ciwan Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dadgeha Federal naha roleke siyasî dibîne. Ji ber wê jî 2 senaryo li pêş e. ya yekem ew e ku dadgeh vê pirsê bide dest serokomar û serokwezîr û wisa dayne pêş wan ku ew xwedî desthilata biryar bin, lê ev yek guncaw nabe, ji ber serokomar û serokwezîr demkî ne û kar birêve dibin, wê demê dikarin wê biryarê bidin dema ku parlamentoyê dengê baweriyê dabe wan ji ber wê jî naha nikarin wê biryarê bidin.’’

Ciwan Ebdula got: ‘’Senaryoya duyem ew e ku daxwaza Tevgera Sedir red bike, ew jî dê bibe sedem ku Sedirî ji vê yekê razî nebin û dubare alozî di astekî metirsîdar de zêde bibin.’’

Herwaha got: ‘’Aloziyên li Bexdayê hîn bi dawî nebûne û Çarçoveya Hemahengiyê gelek hewl dide ku rûniştina parlamentoyê pêkbê û serokwezîr û serokomar bên helbijartin. Dadgeh bi paşxistina zelal kirina daxwazên Tevgera Sedir tenê dixwaze alî rêk bikevin û kar negehe wê astê. Lê naha Sediriyan top xistiye pêş Dadgeha Federal.

Back to top button