Civak

1ê Gulanê Pîroz Be!

1ê Gulanê Pîroz Be!Zahmetkêşên Kurdistanê,Sibê 1ê Gulan, Roja Xebat û Piştgirî ya zahmetkêşên cihanê ye.Di vê rojê da, li seranserê cihanê, zahmetkêşan derdikevine kolanan û dijî zilm û zordariya çînî, netewî û cînsî çalakiyên cur bi cur encam didin; daxwazên xwe yên rewa eşkere dikin.Her usa qewl didin, ku heya bi dest xistina mafên xwe û guhartina sîstema dagirkerî û bê dadwerî û ne wekheviyê kar û xebatê bikin, piştgirî hevdu bin.Gelê Kurdistana bindest,Li kuderê dibî bila be, sibê ligel zahmetkêşen dinê derkeve meydanan, dijî zilm û zordariya neteweyî derkeve û daxwaz ji zahmetkêşen dinyayê bike, ku piştgiriya xebata netewî û demokratîka gelê Kurdistanê bikin.Zahmetkeş û tekoşerên Kurdistana Bakur,Herwekî dizanin ewrên rêş û tarî dîsa bi ser welatê me girtiye. Greva rewa ya zahmetkêşan têne qedexe kirinê.Rewşa Awarte û di gelek navçeyên welatê me derketina kolanan û çûyina zozanan qedexe ye. Pêşiya bi kar anina mafên demokratik yên sinorkirî têne girtin. Bı hezaran ronakbîr, mamoste, rojnamevan û nivîskar hatine girtin, gelek televizyon, kovar, rojname û sazî hatine daxistin.Militarize kirina Kurdistana Bakûr û operasyona leşkerî berdewam e û roj bi roj pirtir dibe. Efrin hatiye dagir kirin û hikumeta AK Partî gefa dagirkirina beşên din yên Kurdistana Başurêrojava, Qendil û Şengalê dixwe.Gelê Kurdistana Bakur a zulmditî, 1ê Gulanê derkeve meydanê û hewar bike, ku: Operasyonên leşkerî ya dewletê û militarize kirina welatê me bê sekinandinê;Ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û bi şîveyê aşitiyê gavên pêwîst bêne avêtin;PKK dev jê xebata çekdarî berde, agirbesê bê qeyd û şert rabigihine;Ji hêzên welatparêzên Kurdistanê bixwaze, ku bi gor naveroka 1ê Gulanê, yêkîtî û hevkariya xwe pêkbinin û bona azadiya welat û bextewariya gel pêkve kar û xebatê bikin;Daxwaz bike, ku astengên, ku li ber xebata sendikayî û çinî hene bêne rakirin û çinê zahmêkêş bikare bi azadi rêxistinên xwe ava bike.Daxwaz bike, proseya hilbijartinên 24ê Xeziranê bibe bingehek bona yêkxistina hêzên azadîxwaz û demokratik û guhertinxwaz, daku pêşiya kar û kiryarên dij-demokratik û dij mirovî û dij Kurdî bê girtin.Em 1ê Gulanê li zahmetkêşên Kurdistanê û hemu dinyayê pîroz dikin û carekî din banga hêzên kurdistanê dikin, ku ji bona azadiya welatê xwe destê xwe bidine hevdu, mil bi mil ji bona aşiti, azadî û wekheviyê kar û xebatê bikin.Bijî 1ê Gulan!Bijî Xebata Zahmetkeşên Kurdistanê Yên Dijî Çevsandin û Zêrandinê!Bijî Yêkitiya Hêzên Kurdistanê!30 Avrîl 2018Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Back to top button